XUTBEYA WEDAYÊ
Hemd mexsûsî Allah teala ye. Em hemdê Wî dikin, ji Wî mexfîretê dixwazin û li ber Wî tobe dikin. Em ji şerrên nefsên xwe û ji gunehên emelên xwe penaberî Allah teala dibin. Kesê ku Allah teala gihandibe riya rast tu kes nikare wî ji rê derxe, kesê ku Wî ji rê derxistibe jî tu kes nikare bigihîne riya rast. Ez şehadetê didim ku ji Allah teala pê ve tu îlah tune. Ew yek e. Hevta û şirîkê Wî tune. Û dîsa ez şehadetê didim ku Muhemmed (eleyhisselam) evdê Wî û resûlê Wî ye.
Gelî evdên Allah! Ez wesiyetê li we dikim ku hûn ji Allah teala bitirsin û îtaeta Wî bikin.
Gelî mirovan! Baş guh bidin gotina min! Ez nizanim, belkî piştî vê salê ez ê êdî tu carî li vir bi we re negihîjim hev. Gelî mirovan! Çawa ku ev rojên we rojên muqeddes in, ev mehên we mehên muqeddes in, ev bajarê we (Mekke) bajarekî mubarek e, can, mal û namûsa we jî wisa muqeddes in. Ji her cure destdirêjiyê hatine parastin.
Eshabên min! Hûn ê sibe bigihîjin Rebbê xwe û bêguman wê ji her hal û kirina we ya îro ji we bê pirsîn. Nebe nebe ku piştî min hûn vegerin dalaletên berê û serê hev jê bikin!
Yên ku li vir in bila vê wesiyeta min bi yên ku ne li vir in bidin zanîn!
Dibe ku ew kesê ku jê re tê gotin, ji yê ku li vir e û bihîstiye çêtir fêm bike û biparêze. Eshabên min! Emanet li ba kê hebe bila bide xwediyê wê!
Her cure faîz hatiye rakirin. Di bin lingê min de ye. Lê divê hûn esasê deynê xwe bidin. Ne zilmê bikin, ne jî zilm li we bê kirin. Bi emrê Allah teala faîzxwarin êdî qedexe ye. Her cureyê vê adeta kirêt a ku ji Cahiliyetê maye di bin lingê min de ye. Faîza pêşî ya ku ez radikim jî faîza Ebbasê kurê Ebdulmuttelib (apê min) e. Eshabên min! Dewayên xwînê yên ku di dewra Cahiliyetê de dihatin ajotin jî bi temamî hatine rakirin. Dewaya xwînê ya pêşî ya ku ez radikim dewaya xwînê ya Rebîeyê neviyê Ebdulmuttelib (pismamê min) e.
Gelî mirovan! Guhertina cihê mehên heram ji bo ku şer bê kirin, bêguman di kufrê de pir pêşdeçûn e. Ev tiştek e ku kafir pê tên xistin dalaletê. Tiştê ku salekê helal qebûl dikin (mehekê), sala din heram îlan dikin. Vê dikin da ku hejmarê bi hejmara tiştên ku Cenabê Heq helal û heram kirine re li hev bînin. Ew tiştê ku Allah teala heram kiriye helal dikin, tiştê ku helal kiriye jî heram dikin.
Ey eshabên min! Em hecê tam di wextê wê de dikin. Rêza mehan wek wê demê ye ku Allah teala ew afirandin. Bêguman zeman vegeriyaye ser şikl û nîzama wê rojê ku Allah teala ew afirandiye.
«Allahê min! Şeref, bilindahî, heybet û îtîbara vê Beytê zêde bike. Şeref, heybet, tezîm û qenciya wan ên ku bi hec û umreyê tezîma wê dikin jî zêde bike!» Hedîsa şerîf
Gelî mirovan! Îro şeytan ew hêza xwe heta ebed winda kiriye ku li ser van axên we ji nû ve tesîr û hakimiyeta xwe deyne. Lê eger hûn, ji bilî van tiştên ku min rakirine, di karên ku hûn biçûk dibînin de li pey wî herin, ev ê wî memnûn bike. Ji bo parastina dînê xwe, xwe ji van jî biparêzin!
Gelî mirovan! Ez tewsiye li we dikim ku hûn heqên jinan biparêzin û di vê meseleyê de ji Allah teala bitirsin. We jin wek emaneta Allah teala standine; we namûs û îffeta wan bi soza ku we bi navê Allah teala daye ji xwe re helal kiriye. Heqê we li ser jinan heye; heqê wan jî li ser we heye. Heqê we yê li ser jinan ew e ku nehêlin tu kesê ku hûn jê hez nakin pê li mehremiyeta malbata we bike. Eger kesekî ku hûn pê ne razî ne bixin mala we, hûn dikarin sivik li wan bixin û wan ji vê yekê vegerînin. Heqê jinan ê li ser we jî ew e ku hûn bi awayekî meşrû her cure xwarin û lixwekirina wan pêk bînin. Gelî muminan! Ez emanetekê ji we re dihêlim ku heta hûn zexm pê bigirin, hûn tu carî riya xwe şaş nakin. Ew emanet kitêba Allah teala, Qur’ana Kerîm e. (Di rîwayetên din de «Sunneta min» û «Ehlê Beyta min» jî hatiye ragihandin.)
Gelî muminan! Baş guh bidin gotina min û baş biparêzin! Misliman birayê misliman e û bi vî awayî hemû misliman bira ne. Destdirêjiya li tu heqê ku aîdî birayê we yê dînî ye ji yekî din re ne helal e. Meger ku bi dilxweşî bi xwe dabe. Eshabên min! Zilmê li nefsa xwe (li xwe) nekin. Heqê nefsa we jî li ser we heye. Gelî mirovan! Allah teala heqê her xwedî heqî (di Qur’ana Kerîm de) daye. Ji bo wêris hewcedarî bi wesiyetê tune. Zarok di doşeka kê de hatibe dinyayê, aîdî wî ye. Ji bo yê ku zînayê dike mehrûmiyet heye. Ew bêesilê ku îddîaya nesebê yekî ji bilî bavê xwe dike, an ew nankorê ku radibe xwe bi yekî ji bilî mewlayê xwe ve girê dide, bila bikeve ber xezeba Allah teala û laneta melaîketan û hemû mislimanan! Cenabê Heq ne tobeya mirovên wiha, ne jî şahidiya wan a bi edalet qebûl dike. Gelî mirovan! Rebbê we yek e. Bavê we jî yek e; hûn hemû zarokên Adem in. Adem jî ji axê ye. Li ba Allah yê we yê herî biqîmet ew e ku teqwaya wî pirtir e. Tu serdestiya ereb li ser yê ku ne ereb e tune. Serdestî tenê bi teqwayê ye. Eger koleyekî reş ê seqet li ser we bê kirin amir û we bi kitêba Allah îdare bike, guh bidin wî û îtaeta wî bikin. Sûcdar ji sûcê xwe pê ve bi sûcê yekî din nayê sûcdarkirin. Bav bi sûcê kurê xwe, kur jî bi sûcê bavê xwe nayê sûcdarkirin.
Gelî mirovan! Hay ji xwe hebin! Divê hûn van çar tiştan bi qetî nekin:
1. Tu tiştî ji Allah re nekin şirîk.
2. Wî canê ku Allah heram kiriye bi neheqî nekujin.
3. Zînayê nekin.
4. Diziyê nekin.
Ferman li min hatiye kirin ku ez bi mirovan re cîhad bikim heta ku bibêjin «La îlahe îllallah, Muhemmedun Resûlûllah» (yanî heta ku bibin misliman). Gava vê bibêjin, xwîn û malên xwe diparêzin. Hesabê wan jî aîdî Allah teala ye. Gelî mirovan! Sibe wê min ji we bipirsin; hûn ê çi bibêjin?… Eshabê Kîram got: «Em şahidiyê didin ku te dînê Allah teala teblîx kir. Te wezîfeya xwe bi cih anî. Te wesiyet û şîret li me kir.» Li ser vê yekê Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) tiliya xwe ya şehadetê ya mubarek rakir, bi ser cemaetê de anî xwarê û ferman kir: «Şahid be, ya Reb! Şahid be, ya Reb! Şahid be, ya Reb!»
Roja ku Pêxemberê me yê delal Xutbeya Wedayê xwend, ayeta kerîme ya 3yan a Sûreyê Maîde nazil bû, ku meala wê ev e: «Îro Min dînê we ji bo we kamil kir. Min nîmeta xwe ya li ser we temam kir û Ez bi wê razî bûm ku Min Îslamiyet ji we re kir dîn…» Gava Mezinê me Pêxember ev ayeta kerîme ji Eshabê Kîram re xwend, Hezretê Ebûbekr dest bi girî kir. Gava Eshabê Kîram sebeba girîna wî pirsî, wiha ferman kir: «Ev ayeta kerîme delalet dike ku wefata Resûlûllah nêzîk e. Ez ji ber vê digirîm.»1
Li pey xutbeyê li Cebelê Rehmetê li weqfeyê rawestan. Nimêja mexrebê li Erefatê nekir, bi nimêja eşayê re li Muzdelîfeyê kir. Wê şevê li Muzdelîfeyê man. Sibeha din li Meş’erul-Heramê li weqfeyê rawestan. Roja pêşî ya cejnê ji Muzdelîfeyê ber bi Mînayê ve bi rê ketin. Di rê de li vî geliyê bi navê Muhessir, ku cihê rawestana Eshabê Fîl2 bû, nesekinîn û derbas bûn. Hatin Mînayê; li wir ji deveyên qurbanê 63 heb bi destê xwe serjê kirin û kêr da Hezretê Elî. Yên mayî Hezretê Elî serjê kirin. Di rojên duyem, sêyem û çarem ên cejnê de cemre kirin û di roja çardehan a Zilhicceyê de berî nimêja sibehê hatin Beytullahê û tewafa Wedayê kirin. Mezinê me Resûlûllah 10 rojan li Mekkeyê ma, Heca Wedayê û tewafa Wedayê kir û vegeriya Medîneyê. Li Mescîda Nebî du rikat nimêj kir û mala xwe ya seadetê şerefdar kir. Piştî Heca Wedayê Eshabê Kîram çûn wan cihên ku jê hatibûn û tiştên ku Resûlûllah ragihandibûn û ferman kiribûn li wan deran vegotin.
Bûyerên din ên ku di sala dehan a hicretê de qewimîn
Bûyereke ku di sala dehan a hicretê de qewimî jî ew e ku derewînên ku îddîaya pêxembertiyê dikirin derketin holê. Yek ji wan Eswedê Ensî ye, ku li Yemenê derket. Li ser emrê Pêxemberê me yê delal mislimanên Yemenê Eswedê Ensî di mala wî de kuşt. (Yê din Museylimetul-Kezzab e. Piştî wefata Mezinê me Pêxember Hezretê Ebûbekr di bin fermandariya Xalid bin Welîd de leşkerek şand ser Museylime. Wehşî (radiyellahû anhû) Museylime kuşt.)3
«Îro Min dînê we ji bo we kamil kir. Min nîmeta xwe ya li ser we temam kir û Ez bi wê razî bûm ku Min Îslamiyet ji we re kir dîn» Maîde: 3
Ey padîşahê cîhanê, ey Sultanê behr û berê!
Ey Pêxemberê dawî û bêhempa, ji melaîketan bilindtir!
«Lî meallahi weqtun» behsa halê te dike,
tu yî heyat ji bedenê re, tam ji ziman re, sultan ji dil re.
Ehmed, Muhemmed, Mehmûd: Allah her tim pesnê te dide;
«La îlahe îllallah» bi navê te diqede.
Yê gumrah sirra zirav a di vê de fêm nake û nizane!
Rehman navê te bi navê xwe re nivîsiye.
Koleyên ku ji te hez dikin dibin sultan, şahê min!
Li ser textê dilê min rûne, ey padîşahê min ê bêhempa!
Ez gelek ji te hez dikim, gunehên min pir bin jî!
Min bawer kiriye ku yên ji te hez dikin ji îkrama te parê distînin.
Ez çawa ji te hez nekim, tu di bedena min de canê min î;
ji bo xatirê te ez hatime hebûnê, tu sebeba heyata min î.
Tu di damarên min de xwîna min î, tu ji min nêzîktirî min î.
Tu ji aşiqan re meşûq î û ji hemû canan re canan î.
Dermanê her derdî tu yî, şîfaya her rûhî tu yî.
Kil ji çavan re, tac ji seran re, cîla ji dilan re tu yî.
Tu Hebîbullah î, tu di ser Meleê E’la re yî;
yê ku te hinekî nas bike nikare li deriyekî din bixe.
Murşidê ewliyayan, rêberê aliman;
yê ku hatina wî heft qatên asîmanan û erd şa kirin.
Ji bo ins û cinan Pêxemberê dawî yê Heq!
Bila di bin axê de bimîne yê ku li ber deriyê te nebe evd!
