Pêxemberê Min ê Delal

WEFATA MEZINÊ ME PÊXEMBER

Sala yanzdehan a hicretê bû. Cebraîl eleyhisselam gava wê salê hat, Qur’ana Kerîm du caran ji serî heta dawî ji Pêxemberê me yê delal re xwend. Lê di salên berê de Qur’ana Kerîm carekê xwendibû. Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) guh da Sûreyê Nesr, ku Cebraîl eleyhisselam herî dawî teblîx kiribû û meala wî ev e: «Gava alîkariya Allah teala û roja zeferê bê û tu bibînî ku mirov kom bi kom dikevin dînê Allah teala (Îslamiyetê), Rebbê xwe bi hemd tesbîh bike! Ji Wî efûyê bixwaze! Çimkî Ew tobeyan her tim qebûl dike»1, paşê ferman kir: «Ya Cebraîl! Ez di dilê xwe de hîs dikim ku mirina min nêzîk bûye.» Li ser vê yekê Cebraîl eleyhisselam ev ayetên kerîme xwendin, bi mealî: «Axret ji bo te ji dinyayê bixêrtir e. Rebbê te wê her tiştê ku tu dixwazî bide te, heta ku tu bibêjî: “Ez razî bûm.”»2

Di sala yanzdehan a hicretê de, di roja bîst û heftan a meha Seferê de serê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) dest bi êşê kir. Odeya hevsera xwe ya mukerrem Hezreta Aîşe (radiyellahû anha) şerefdar kir. Gazî Ebdurrehman bin Ebî Bekr kir, da zanîn ku wê wesiyetekê bide nivîsandin da ku piştî Wî Ebûbekrê Siddîq bê bijartin xelîfe, û ferman kir ku hokke û qelemê bîne. Gava Ebdurrehmanê kurê Hezretê Ebûbekr diçû ku emir bi cih bîne, ferman kir: «Tu yê paşê bînî, niha bila bimîne!» û mizgefta şerîf şerefdar kir. Pêxemberê me yê delal xeber şand ku hemû Eshabê Kîram ên ku wê rojê li Medîneyê bûn di nimêja nîvro de li mizgeftê bicivin. Mezinê me Serwerê Alemê piştî ku îmametiya nimêjê kir, derket ser minberê û xutbeyek xwend. Şîret li eshabên xwe kir û helalî ji wan xwest. Paşê da zanîn ku Ebûbekrê Siddîq di nav eshaban de çiqas serdest û biqîmet e û ku ew bi xwe gelek jê razî ye. Ev xutbeyeke wisa bû ku hemû dilên ku guh dabûnê lerizîbûn, hêstir ji çavan barîbûn. Paşê gava ferman kir: «Gelî mirovan! We ez, Pêxemberê xwe, çawa dîtim?», Eshabê Kîram got: «Ya Resûlellah! Bila Allah teala ji aliyê me ve gelek û gelek xêran îhsanî te bike. Tu ji bo me wek bavekî pir bi şefqet, wek birayekî bi şefqet ê ku şîretan dike bûyî. Te wezîfeya pêxembertiyê ya ku Allah teala lutfî te kiriye bi cih anî. Te tiştên ku wehy bûn gihandin me. Te bi hikmet û bi şîreta xweş dawet kir, gazî kir riya Rebbê xwe, Îslamê. Bila Allah teala xelatên herî xweş û herî bilind bide te.»

Mezinê me Pêxember ferman kir: «Gelî muminan! Bi xatirê Allah, heqê kê li ser min hebe bila rabe, bê û berî qiyametê li vir bistîne.»

Lê kes ranebû û nehat ku heqê xwe bistîne. Mezinê me Resûlûllah cara duyem û sêyem jî navê Allah teala anî û ferman kir: «Yê ku heqê wî heye bila bê û bistîne.» Li ser vê yekê Hezretê Ukkaşe, ku ji Eshabê Kîram pîrekî fanî bû, rabû. Çû huzûra Resûlûllah. Paşê got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Di Xezweya Tebûkê de ez bi te re bûm. Gava em ji Tebûkê vediqetiyan, deveya min û ya te hatibûn kêleka hev. Ez ji deveya xwe peya bûm. Nêzîkî te bûm. Mexseda min ew bû ku laşê te yê mubarek maç bikim; wê demê te bi qamçî li pişta min xistibû. Ez nizanim te çima li min xist.»

«Axret ji bo te ji dinyayê bixêrtir e. Rebbê te wê her tiştê ku tu dixwazî bide te, heta ku tu bibêjî: “Ez razî bûm”» Duha: 4–5

Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ya Ukkaşe! Bila Allah teala te ji wê biparêze ku Resûlê Wî bi qest li te bixe», û ferman kir: «Ya Bilal! Here mala keça min Fatîmayê. Wî qamçiyî ji min re bîne.» Hezretê Bilal ji mizgeftê derket. Destê xwe danîbû ser serê xwe û di nav heyretê de mabû: «Resûlûllah wê bihêle ku qisas li xwe bê kirin!» Gava gihîşt malê li derî xist û got: «Ey kerîmeya Resûlûllah! Qamçiyê Resûlûllah bide min!» Dêya me Hezreta Fatîma pirsî: «Ya Bilal! Niha ne wextê hecê ye, ne jî yê xezweyê! Bavê min wê çi bi qamçî bike?» Hezretê Bilal got: «Ey Fatîma! Ma haya te tune? Wê bi wî qisas li Resûlûllah bê kirin!»

Dêya me Fatîmayê bi tundî tembîh li Hezretê Bilal kir: «Ya Bilal! Dilê kê razî dibe ku bi qisasê heqê xwe ji Resûlûllah bistîne? Madem xwestiye, ez bidim. Lê ji Hesen û Huseyn re bibêje, kî wê heqê xwe bistîne bila qisasê li xwe bidin kirin. Bila ew zat heqê xwe ji wan bistîne. Nebe nebe ku bihêlin qisas li Resûlûllah bê kirin.» Hezretê Bilal hat mizgeftê û qamçî da Mezinê me Resûlûllah, Wî jî da Hezretê Ukkaşe. Hezretê Ebûbekr û Hezretê Umer gava ev hal dît, lava kir: «Ey Ukkaşe! Va ye em li ba te amade ne, heqê xwe ji me bistîne. Ji kerema xwe ji Resûlûllah nestîne!» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ji Hezretê Ebûbekr re ferman kir: «Ey Ebûbekr! Tu dev jê berde, ji navê vekişe. Ey Umer! De tu jî vekişe. Allah teala dereceya we ya bilind dizane.» Paşê Hezretê Elî rabû û got: «Ey Ukkaşe! Dilê min nagire ku tu li Resûlûllah bixî. Va ye pişt û zikê min; were heqê xwe ji min bistîne, eger tu bixwazî sed carî lê bixe. Lê dest nede Resûlûllah!» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ey Elî! Tu jî rûne. Allah teala mertebeya te ya bilind û halê te jî dizane.» Vê carê Hezretê Hesen û Huseyn rabûn û got: «Ey Ukkaşe! Tu jî dizanî ku em neviyên Resûlûllah in. Loma qisasa li me, qisasa li Resûlûllah e. Heqê xwe ji me bistîne, ji kerema xwe li Resûlûllah nexe!» Mezinê me Pêxember ji wan re ferman kir: «Hûn jî rûnin, ey şahiya herdu çavên min.» Paşê ferman kir: «Ey Ukkaşe! Were lê bixe!»

Ukkaşe got: «Ya Resûlellah! Gava te li min xist laşê min vekirî bû.» Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal pişta xwe ya mubarek vekir. Di wê navê de ji nav Eshabê Kîram îskîn hatin bihîstin; got: «Ya Ukkaşe! Ma tu yê li pişta mubarek a Resûlûllah bixî?» Her kes di nav xemê de li bendê bû. Gava Hezretê Ukkaşe mohra nubuwwetê ya li ser pişta mubarek a Mezinê me Resûlûllah dît, ji nişka ve got: «Dê û bavê min bi qurbana te bin, ya Resûlellah! Hêza kê têrê dike, kî dikare cesaret bike ku ji bo standina heqê xwe li wê pişta te ya mubarek bixe, qisasê li te bike?» û mohra nubuwwetê ya mubarek a Sultanê Kaînatê maç kir. Li ser vê yekê Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) jê re ferman kir: «Na; an tu yê lê bixî, an tu yê efû bikî.» Hezretê Ukkaşe got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Min efû kir. Gelo Allah teala jî wê roja qiyametê min efû bike?» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Kî bixwaze hevalê min ê Cennetê bibîne, bila li vî pîrê fanî (li vî kalî) binêre.» Eshabê Kîram ên ku ev gotina mubarek a Mezinê me Resûlûllah bihîst, dest pê kir ku navbera herdu çavên wî maç bike. Hemûyan digot: «Xwezî bi te, xwezî bi te! Ey Ukkaşe! Bi hurmeta bihevrebûna bi Resûlûllah re tu li Cennetê gihîştî derecên bilind.»3

Tayînkirina Usame bin Zeyd ji bo fermandariyê

Rojên dawî yên meha Seferê bûn. Mezinê Aleman (sellellahû eleyhî we sellem) dixwest ku berî ku împaratoriya Rûmê ya li bakur ji bo mislimanan bibe xetereke mezin, wan dîsa dawetî Îslamê bike, eger qebûl nekin şer bike û wan bixe bin emrê Dewleta Îslamê. Ji ber vê yekê ferman li eshabên xwe yên qehreman kir ku ji bo şerê bi rûmiyan re amade bibin. Eshabê Kîram ji bo amadekariyê belav bû. Mezinê me Resûlê Ekrem gazî Hezretê Usame bin Zeyd kir û ferman kir: «Ey Usame! Bi navê Allah teala û bi bereketa Wî here Şamê, heta sînorê Belqayê, heta Darûma li Filistînê, heta wî cihê ku bavê te lê hat şehîdkirin. Wan deran bide ber lingên hespan. Min tu ji vî leşkerî re kirî serfermandar. Ji nişka ve bigihîje ser xelkê Ebnayê û wek birûskê êrîşî wan bike. Ewqas bi lez here ku xeber negihîje cihê ku tu yê bigihîjiyê. Rêberan bi xwe re bibe, casûs û çavdêran li pêşiya xwe bişîne. Eger Allah teala zeferê îhsan bike, di nav wan de hindik bimîne.» Ferman kir ku li Curfê qerargeh ava bikin, bi destên xwe yên mubarek al girêda û spart wî.4

Li mizgeftê derket ser minberê û ferman kir: «Ey eshabên min! Bavê Usame Zeyd çawa layiqî fermandariyê bû û li ba min yê herî delal bû, piştî wî kurê wî Usame jî wisa layiqî fermandariyê ye. Usame li ba min ji yên herî delal ên mirovan e.»

Di nav wan ên ku wê di bin fermandariya Hezretê Usame de biçûna şer de ji giregirên eshaban ên wek Hezretê Ebûbekr, Hezretê Umer, Hezretê Ebû Ubeyde bin Cerrah û Hezretê Se’d bin Ebî Weqqas jî hebûn.

Lê ji ber ku roja din Sultanê Kaînatê ji nişka ve nexweş ket, çûna leşker mabû piştî koça Mezinê me Pêxember a axretê. Pêxemberê me yê delal bi nexweşiya taya dijwar (humma) ketibû. Her ku diçû ta zêde dibû, nexweşî giran dibû.

Nîvê şevekê, gava ku êş kêm bûbûn, ji nav nivînên xwe rabû. Cilên xwe li xwe kirin û xwe ji bo çûnê amade kir. Dêya me Hezreta Aîşe gava ev dît, pirsî: «Dê û bavê min, canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Tu bi ku ve diçî?» Mezinê me Serwerê Alemê (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Min emir girtiye ku ez ji bo yên li goristana Beqî medfûn îstîxfarê bikim. Ez diçim wir.»

Ebû Muweyhib û Ebû Rafi bi xwe re birin û çû. Li goristanê dûr û dirêj dua kir, ji bo efû û mexfîreta wan ji Allah teala lava kir. Li hember vê lavaya bi israr a Mezinê me Pêxember, sehabiyên ku pê re bûn got: «Xwezî em jî niha li vir medfûn bûna û bi gihîştina vê duaya Mezinê me Resûlûllah şerefdar bibûna!» Pêxemberê me yê delal berê xwe da Ebû Muweyhib û ferman kir: «Ey Ebû Muweyhib! Ez di bijartina xezîneyên dinyayê û nîmetên axretê de serbest hatim hiştin. Ji min re got: “Eger tu bixwazî li dinyayê baqî bimîne, paşê here Cennetê; eger tu bixwazî bigihîje Lîqaullahê (gihîştina Allah teala) û bikeve Cennetê.” Min Lîqaullah û paşê Cennet bijart.»

«Gelî muminan! Bi xatirê Allah, heqê kê li ser min hebe bila rabe, bê û berî qiyametê li vir bistîne» Hedîsa şerîf

Rojekê jî ji bo ku ji şehîdên li Uhudê re mexfîretê bixwaze bi rê ket. Ji bo wan dûr û dirêj ji Allah teala lava kir û dua kir. Paşê hat mizgeftê û ji Eshabê Kîram re ferman kir: «Ez ê ji we yê pêşî bim ku digihîje Hewza Kewserê û pêşwaziya we dike. Cihê hevdîtina me û we ew der e… Ez ji bo we natirsim ku hûn piştî min vegerin muşriktiyê. Lê ez ditirsim ku hûn bi dinyayê bixapin, ji bo wê hesûdiyê bi hev bikin, hev bikujin û di netîceyê de çawa ku yên berî we tune bûn û çûn, hûn jî tune bibin û herin…» Paşê mala xwe ya seadetê şerefdar kir. Nexweşî giran bûbû. Xanimên mubarek da zanîn ku bila Pêxemberê me yê delal li mala Dêya me Hezreta Aîşe bimîne û wan heqên xwe ji bo wê hiştine. Ji vê fedakariya hevserên xwe yên pak memnûn bû, ji bo hemûyan dua kir û dest pê kir ku rojên xwe yên piştî wê li mala Dêya me Hezreta Aîşe derbas bike. Taya Mezinê me Resûlê Ekrem (sellellahû eleyhî we sellem) gelek zêde bûbû. Ji dijwariya tayê mecbûr dima ku di nav nivînên xwe de ji aliyekî bizivire aliyê din. Dema di wî halî de bû Eshabê Kîram diçû ziyaretê û ji ber tengasiya dijwar a ku Mezinê me dikişand gelek xemgîn dibû. Ebû Seîdê Xudrî wiha vegot: «Ez çûbûm huzûra mubarek a Resûlûllah. Lihêfeke qedîfe li ser Wî bû. Germahiya tayê ji lihêfê derdiket derve; ji ber germê em nikaribûn destê xwe bidin lihêfê. Mezinê me Resûlûllah gava heyret û xema me dît, ferman kir:

“Belaya herî dijwar tê serê pêxemberan. Digel vê jî şabûna pêxember bi belayan, ji şabûna we ya bi îhsanên ku ji we re tên dayîn zêdetir e.”»

Ummu Bişr bint Bera wiha vegot: «Ez çûbûm ziyareta Resûlûllah. Laşê mubarek wek agir dişewitî. Min got: “Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Min tu carî nexweşiyeke wiha dijwar nedîtiye!…” Ferman kir: “Ey Ummu Bişr! Dijwarbûna tayê ji bo wê ye ku sewaba min pir be. Ev nexweşî eserê wî goştê bi jehr e ku min li Xeyberê tam kiribû. Min her tim êşa wî goştî hîs dikir. Jehra ku min wê rojê xwar, niha ebherê min, yanî damara min a aortê diqetîne.”»5

Pêxemberê me yê delal ji Hezretê Ebdullah bin Mes’ûd re jî ferman kir: «Tu mislimanek tune ku bi nexweşiyê bikeve û Allah teala xeta û gunehên wî wek pelên darê ku diweşin neweşîne!»6 Nexweşî roj bi roj giran dibû. Eshabê Kîram ji vî halî gelek xemgîn dibû û di malên xwe de rihet nedibû. Li mizgeftê civiyan. Ji bo ku halê Mezinê me Pêxember bipirsin Hezretê Elî şandin huzûrê. Mezinê Aleman bi îşaretê pirsî: «Eshabên min çi dibêjin?» Wî jî got: «Gelek xemgîn in û di telaşê de ne, dibêjin: “Eger Resûlûllah ji nav me here!…”» Pêxemberê me yê delal, ku merhemeta Wî ya li eshabên xwe hîn gelek zêdetir bû, li ber dijwariya nexweşiya xwe sebir kir û rabû, xwe spart Hezretê Elî û Hezretê Fedl bin Ebbas û hat mizgeftê. Derket ser minberê û piştî hemd û senaya ji Allah teala re ji Eshabê Kîram re ferman kir:

«Ey eshabên min! Min bihîstiye ku hûn li mirina min difikirin û dikevin telaşê. Ma tu pêxember di nav ummeta xwe de heta hetayê maye ku ez jî di nav we de heta hetayê bimînim? Bizanin ku ez ê bigihîjim Rebbê xwe. Şîreta min li we ev e: hurmeta mezinên muhaciran bigirin! Gelî muhaciran! Wesiyeta min ji we re jî ev e: qenciyê bi Ensar bikin! Wan qencî bi we kir. Hûn li malên xwe hewandin. Digel ku debara wan bi xwe teng bû, hûn di ser xwe re girtin. Hûn kirin şirîkên malê xwe. Kî bibe hakimê ser Ensar, bila çavê wî li wan be û eger kêmasiya hinekan ji wan çêbibe, bila efû bike», ferman kir. Paşê gelek şîretên xweş û bitesîr kirin û ferman kir: «Allah teala evdekî xwe serbest hişt ku yan li dinyayê bimîne, yan bigihîje Rebbê xwe. Wî evdî xwest bigihîje Rebbê xwe.» Hezretê Ebûbekr fêm kir ku Mezinê me Resûlûllah bi van gotinan îşaret bi wefata xwe dike; got: «Canê me bi qurbana te be, ya Resûlellah!» û dest bi girî kir. Deryaya merhametê, Pêxemberê me yê delal sellellahû eleyhî we sellem ferman kir: «Negirî, ya Eba Bekr!» û emir lê kir ku divê sebir bike û xwe ragire. Hêstir ji çavên Wî yên mubarek dihatin xwarê. «Ey eshabên min! Ez ji Ebûbekr gelek razî me, ku di riya dînê Îslamê de bi sidq û îxlas malê xwe feda kiriye. Eger di riya axretê de hevalgirtin di destê mirov de bûya, min ê ew bijarta», ferman kir û ev emir da: «Deriyên ku li mizgeftê vedibin, ji bilî yê Ebûbekr hemûyan bigirin!»

Paşê ji minberê daket û vegeriya odeya Dêya me Hezreta Aîşe. Eshabê Kîram dest bi girî kir. Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember bi milên Hezretê Elî û Fedl bin Ebbas girt û dîsa mizgeft şerefdar kir. Li ser pêpelûka jêrîn a minberê rawesta û ji Eshabê Kîram re wiha ferman kir: «Gelî muhaciran û gelî Ensar! Ji bo gihîştina tiştekî ku wextê wî diyar e, feydeya lezkirinê tune. Allah teala ji bo tu evdekî xwe lezê nake. Kî rabe ku qeza û qedera Allah teala biguherîne û bi ser îradeya Wî bikeve, Ew wî qehr û perîşan dike.

Kesê ku bixwaze hîleyê li Allah teala bike û Wî bixapîne, karên wî xera dibin û ew bi xwe dixape. Bizanin ku ez li hember we rauf û rehîm im. Hûn jî wê bigihîjin min. Cihê ku hûn ê lê bigihîjin min, serê Hewza Kewserê ye. Kesê ku dixwaze bikeve Cennetê û bigihîje min, bila vala nepeyive. Gelî mislimanan! Kafirbûn û gunehkirin dibin sebeb ku nîmet biguhere û rizq kêm bibe. Eger mirov îtaeta emrên Allah teala bikin, serokên hikûmetê, amir û waliyên wan merhemet û şefqetê li wan dikin. Eger fisq û fucûrê bikin, ji hed derkevin û gunehan bikin, nagihîjin serokên bimerhemet. Çawa ku jiyana min ji bo we xêr e, mirina min jî xêr û rehmet e. Eger min bêheq li yekî xistibe an gotineke xerab jê re gotibe, ez razî me ku heman tiştî bi min bike û heqê xwe bistîne; eger min ji yekî ji we tiştek bêheq standibe, ez razî me ku paşve bixwaze, û ez amade me ku em heqê xwe li hev helal bikin. Çimkî cezayê dinyayê ji cezayê axretê gelek siviktir e. Xweragirtina li ber vî hêsantir e.» Çawa ku berê razîbûna xwe ya ji Hezretê Ebûbekr anîbû ziman, di vê xutbeyê de jî razîbûna xwe ya ji Hezretê Umer da zanîn û ferman kir: «Umer bi min re ye, ez jî bi wî re me. Piştî min heq bi Umer re ye.»

«Belaya herî dijwar tê serê pêxemberan. Digel vê jî şabûna pêxember bi belayan, ji şabûna we ya bi îhsanên ku ji we re tên dayîn zêdetir e» Hedîsa şerîf

Piştî vê xutbeyê Mezinê me Resûlûllah ji minberê daket. Piştî nimêjê dîsa derket ser minberê, wesiyet û şîret kir, dû re ferman kir: «Min hûn spartin Allah teala»; ji eshaban veqetiya û odeya xwe şerefdar kir. Rojekê ku êşên Wî gelek dijwar bûn, Mezinê Aleman sellellahû eleyhî we sellem şand pey Hezretê Bilalê Hebeşî, da ku bi Eshabê Kîram re heqê xwe li hev helal bikin û bi heqê evdan neçe axretê. Jê re ferman kir: «Bang li xelkê bike! Bila li mizgeftê bicivin. Ez dixwazim wesiyeta xwe ya dawî ji wan re bikim!…»

Hezretê Bilal eshab li mizgeftê civandin. Pêxemberê me yê delal xwe spart Hezretê Elî û Fedl û mizgeft şerefdar kir. Li ser minberê rûnişt, hemd û senaya Allah teala kir û ferman kir: «Ey eshabên min! Bizanin ku veqetîna min a ji nav we nêzîk bûye. Heqê kê li ser min hebe, bila ji min bixwaze. Yê ku li ba min ezîz e, bila heqê xwe ji min bixwaze an helal bike, da ku ez van bidim û wisa bigihîjim Rebbê xwe û rehma Wî.» Paşê ji minberê daket û îmametiya nimêja nîvro ji wan re kir. Piştî nimêjê dîsa derket ser minberê û tiştê ku berî nimêjê ferman kiribû dubare kir. Mezinê me Pêxember di dema nexweşiya xwe de her ku ezan dihat xwendin, her tim derdiket Mescîda Şerîf, ji Eshabê Kîram re dibû îmam û bi cemaet nimêj dikir.7 Sê roj mabûn ji wefata Pêxemberê me yê delal re, nexweşiya Wî giran bû. Nikaribû derkeve mizgeftê û îmametiya nimêjê ji cemaetê re bike. Nimêja pêşî ya ku nikaribû bi cemaet bike, nimêja eşayê bû.

Hezretê Bilal wek her car di wî wextî de hat ber derî û got: «Es-selat, ya Resûlellah!» Pêxemberê me yê delal ji bêtaqetiyê hal tê de nemabû ku here mizgeftê. Ferman kir: «Ji Ebûbekr re bêjin! Bila îmametiya nimêjê ji eshabên min re bike.» Dêya me Hezreta Aîşe pirsî: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Bavê min dilnerm e û gelek xemgîn e. Eger li meqamê zatê te yê bilind raweste û te li wir nebîne, ji girî nikare bixwîne. Ma tu emir dikî ku Umer derbasî îmametê bibe?» Mezinê me Pêxember dîsa ferman kir: «Ji Ebûbekr re bêjin! Bila ji eshabên min re bibe îmam û nimêjê bi wan re bike.» Hezretê Bilal rewş ji Ebûbekrê Siddîq re ragihand. Hezretê Ebûbekr gava Mezinê me Resûlûllah di mihrabê de nedît, bû mîna yekî ku tîr li dilê wî ketibe, hindik mabû aqil ji serê wî here. Giriya!… Giriya!… Eshabê Kîram jî bi hev re dest bi girî kir. Mezinê me Hebîbullah pirsî ka ev hawara ku ji mizgeftê tê çi ye; Dêya me Hezreta Fatîma rewş erz kir: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Eshabên te ji ber ku nikarin li ber veqetîna te ragirin, digirîn!…»8 Deryaya merhametê, Pêxemberê me yê delal sellellahû eleyhî we sellem gelek muteessir bûbû. Ji bo ku dilê eshabên xwe xweş bike, digel ewqas giraniya nexweşiya xwe bi zor û zehmet rabû. Xwe spart Hezretê Elî û Hezretê Ebbas û hat mizgeftê. Piştî nimêjê ferman kir: «Ey eshabên min! Hûn di hifza Allah teala de ne û min hûn emanetî Allah teala kirin! Li ser teqwayê bin. Ji Allah teala bitirsin. Emrê Allah teala bigirin û îtaet bikin. Ez êdî ji vê dinyayê vediqetim.»

Sê roj berî wefata Pêxemberê me yê delal bû. Cebraîl eleyhisselam hat ziyareta Mezinê me Resûlûllah û got: «Ya Resûlellah! Silava Allah teala li te heye. Digel ku halê te dizane, dipirse ka tu çawa yî, tu xwe çawa hîs dikî.» Mezinê Aleman jî ferman kir: «Ez mehzûn im!» Cebraîl eleyhisselam roja yekşemê jî hat û heman tişt gotin. Mezinê me Pêxember dîsa bersiva berê da. Cebraîl eleyhisselam herwiha xeber anî ku Eswedê Ensî, yê ku li Yemenê digot ez pêxember im, hatiye kuştin. Resûlê Ekrem jî ev yek ji eshabên xwe re ragihand. Ji wan zêrên ku berî nexweşiyê jê re hatibûn, çend heb dabûn feqîran, çend heb jî dabûn Hezreta Aîşe. Roja yekşemê nexweşiya Resûlûllah giran bû. Ji fermandarê leşker Hezretê Usame re, ku hatibû huzûra Wî, tiştek negot. Lê milên xwe yên mubarek rakirin û di ser wî re gerandin. Hat fêmkirin ku jê re dua kiriye. Roja sêzdehan û dawî ya nexweşiyê… Ew roj, mîna roja ku Pêxemberê me yê delal dinya şerefdar kiribû, dozdehê Rebîulewwelê û roja duşemê bû. Sultanê Kaînatê di laşê xwe yê mubarek de sivikbûnek hîs kir… Di wê navê de ku Eshabê Kîram wê li pişt Hezretê Ebûbekrê Siddîq nimêja sibehê bikira, Mezinê Aleman Mescîda Şerîf şerefdar kir. Dît ku ummeta Wî rêz bi rêz sekiniye û îbadet dike. Şa bû û bişirî. Eshabê Kîram jî gava Resûlûllah li mizgeftê dît, guman kir ku nexweşî derbas bûye û şa bûn. Ebûbekrê Siddîq (radiyellahû anhû) fêm kir ku Pêxemberê me yê delal hatiye û xwest paşve vekişe. Mezinê me bi îşaretê jê re ferman kir ku «Li cihê xwe bimîne!» Bi xwe jî da pey Hezretê Ebûbekr û li pişt wî nimêj kir.9 Bi vî awayî bi emrê Resûlûllah Hezretê Ebûbekr hivdeh wext îmametiya nimêjê ji Eshabê Kîram re kir. Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem piştî nimêjê odeya Hezreta Aîşe şerefdar kir û xwe dirêj kir. Ferman kir: «Ez dixwazim bêyî ku malê dinyayê li pey xwe bihêlim herim huzûra Allah teala; zêrên ku li ba te mane jî li feqîran belav bike.» Paşê taya Wî zêde bû. Piştî demekê dîsa çavên xwe vekirin û ji Hezreta Aîşe pirsî ka zêr belav kirine an na. Wê got ku ew ê belav bike. Çend caran li pey hev ferman kir ku yekser bên belavkirin. Gava yekser belav kirin û jê re gotin, ferman kir: «Niha ez rihet bûm.» Piştî ku demekê di nav nivînên xwe de bêhna xwe veda, gazî Hezretê Elî kir huzûra xwe ya şerîf. Serê xwe yê mubarek danî ser hembêza wî. Eniya Wî ya mubarek xwêdan dabû, rengê Wî yê mubarek guherîbû. Dêya me Hezreta Fatîma gava ew halê bavê xwe yê mubarek dît, dilê wê negirt ku lê binêre û çû ba kurên xwe Hezretê Hesen û Hezretê Huseyn. Bi destên wan girt û dest bi girî kir: «Ey bavê min! Kî wê li keça te miqate be? Tu Hesen û Huseyn emanetî kê dikî? Wey bavo! Canê min bi qurbana te be! Piştî te halê min wê çi be! Piştî rûyê te yê mubarek çavê min wê li kê binêre!» Mezinê me Resûlûllah gava ev gotinên keça xwe yên ku dil dişewitandin bihîstin, çavên xwe yên mubarek vekirin û gazî wê kir ba xwe. Dua kir: «Ya Rebbî! Sebrê îhsanî wê bike.» Paşê gava ferman kir: «Ey Fatîma! Ey ronahiya çavê min! Bavê te di ber rûh de ye», girî û nalîna wê ya ji kezebê hîn zêdetir bû. Gava Hezretê Elî got: «Ey Fatîma! Ji kerema xwe bêdeng be, Resûlûllah bêtir xemgîn neke!», Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Dilê wê neêşîne, ya Elî! Bihêle bila çavên wê ji bo bavê wê hêstiran birijînin!…» Paşê çavên xwe yên mubarek girtin û bû mîna ku ji xwe ve here. Dû re Hezretê Hesen hat huzûra şerîf a bapîrê xwe yê mubarek û bi girî got: «Ey bapîrê min ê mubarek! Kî dikare li ber veqetîna te ragire! Em ê perîşaniya dilê xwe ji kê re erz bikin! Piştî te kî wê şefqetê li diya min, li bavê min û li birayê min bike? Hevserên te û eshabên te wê wî exlaqê te yê xweş li ku bibînin?» Hingê di hevserên mubarek ên Mezinê me Pêxember de jî hal nema ku ragirin. Hemûyan bi hev re bêdeng dest bi girî kir. Eshabê Kîram, ku li derve bi halekî gelek muteessir li bendê bûn, gava bihîst ku nexweşiya Mezinê me Pêxember pir zêde bûye, dilê wan dax bû. Dest bi girî kir. Ji bo ku cara dawî be jî cemala mubarek a Pêxemberê xwe yê delal bibînin, li ber derî lava dikirin û digot: «Ji kerema xwe derî vekin! Em careke din rûyê mubarek ê Resûl eleyhisselam bibînin!..» Hebîb û mehbûbê Allah teala, yê ku ji aleman re rehmet hatiye şandin, gava ev lavayên eshabên xwe bihîstin, rehm li wan kir û ferman kir: «Derî vekin.» Pêşengên eshaban ketin hundir. Pêxemberê me yê delal piştî ku şîreta sebrê li wan kir, ferman kir: «Ey eshabên min! Hûn ên herî bilind û herî bişeref ên mirovan in. Piştî we kî bê bila bê, hûn ê berî hemûyan bikevin Cennetê. Ji bo ku dîn li ser piyan bimîne metîn bin û Qur’ana Ezîm ji xwe re bikin îmam (rêber).

«Ey eshabên min! Hûn di hifza Allah teala de ne û min hûn emanetî Allah teala kirin! Li ser teqwayê bin» Hedîsa şerîf

Ji hukmên dîn xafil nebin», ferman kir. Paşê ferman kir: «Ya Rebbî! Ma min teblîx kir?» û çavên xwe yên mubarek girtin. Rûyê Wî yê mubarek xwêdan da. Hezretê Elî bi îşaretê ji eshaban re got ku derkevin. Piştî ku ew çûn, Dêya me Hezreta Aîşe hat huzûrê û şîret xwest. Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ey Aîşe! Li quncikê mala xwe rûne û xwe biparêze!», dû re hêstir ji çavên Wî yên mubarek hatin xwarê. Sultanê Kaînatê digiriya… Dilê yên li wir birîndar bû, cegera wan perçe bû. Gava Dêya me Hezreta Ummu Seleme pirsî: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Tu çima digirî?», ferman kir: «Ez digirîm da ku rehm li ummeta min bê kirin.»

Roj ber bi nîvro ve bilind dibû. Wext nêzîk bûbû… Serê mubarek ê Pêxemberê me yê delal li ser sînga Dêya me Hezreta Aîşe bû. Mezinê Aleman êdî di kêliyên xwe yên dawî de bû û ji lêvên Wî yên mubarek ev gotin dirijiyan: «Eman! Eman! Bi koleyên di destê xwe de baş bin! Cil li wan bikin, zikê wan têr bikin. Bi wan re bi nermî bipeyivin. Li ser nimêjê, li ser nimêjê berdewam bin. Di heqê jinên xwe û koleyên xwe de ji Allah teala bitirsin!.. Allahê min! Min mexfîret bike! Rehma xwe îhsanî min bike!… Min bigihîne zumreya Refîqê E’la!…» Hêstirên Dêya me Hezreta Fatîma wek lehiyê diherikîn, nalîna wê ceger dax dikir. Pêxemberê me yê delal sellellahû eleyhî we sellem ew li ba xwe da rûniştandin û ferman kir: «Keça min, hinekî sebir bike, negirî. Çimkî Hemeleyên Erşê (melaîket) bi giriyê te re digirîn.» Hêstirên Dêya me Hezreta Fatîma paqij kirin. Dilê wê xweş kir, ji Allah teala jê re sebir xwest û ferman kir: «Keça min, rûhê min wê bê qebzkirin. Bibêje: “Înna lîllahî we înna îleyhî raciûn.” Ey Fatîma! Ji bo her musîbeta ku tê, berdêlek tê dayîn.» Demekê çavên xwe yên mubarek girtin, paşê ferman kir: «Ji vir pê ve ji bo bavê te ne xem dimîne, ne xusse (keder, kul). Çimkî ji alema fanî û ji cihê mihnetê xelas dibe.» Dû re ji Hezretê Elî re ferman kir: «Ya Elî! Di zimmeta min de ewqas malê filan cihûyî heye. Min ji bo amadekirina leşker standibû. Nebe ku tu dayîna wî ji bîr bikî. Bêguman tu yê zimmeta min xelas bikî, û yê pêşî ji wan ên ku wê li serê Hewza Kewserê min bibînin tu yî. Piştî min gelek zirar wê bigihîje te; sebir bike, gava xelk dinyayê bixwaze tu axretê bibijêre.»

Usame dîsa hat. Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Allah teala alîkarê te be! De here cengê!» Ew jî derket û çû nav leşkerê xwe. Yekser emrê birêketinê da.10

Mezinê Aleman êdî bêhnên xwe yên dawî dida… Wext baş nêzîk bûbû… Allah teala ji Ezraîl eleyhisselam re wehy kir: «Bi sûretê herî xweş here ba Hebîbê Min! Eger destûrê bide, rûhê Wî gelek bi nermî û sivikî bistîne. Eger destûrê nede, vegere.» Ezraîl eleyhisselam bi sûretê herî xweş, di qiyafeta mirovekî de hat ber deriyê mala seadetê ya Pêxemberê me yê delal û got: «Esselamû eleykum, ey xwediyê mala nubuwwetê! Ma tu destûrê didî ku ez bikevim hundir? Allah teala rehmê li te bike!»

Dêya me Hezreta Aîşe ji Hezreta Fatîma re, ku li kêleka Pêxemberê me yê delal sellellahû eleyhî we sellem rûniştibû, got: «Bersiva vî kesê ku hatiye tu bide.» Ew jî çû ber derî û bi dengekî gelek xemgîn got: «Ey evdê Allah teala! Resûlûllah niha bi halê xwe mijûl e.» Ezraîl eleyhisselam dîsa destûr xwest. Heman bersiv da. Cara sêyem silava xwe dubare kir û bi dengekî bilind got ku divê miheqeq bikeve hundir; hingê Mezinê me Pêxember pê hesiya û ferman kir: «Ya Fatîma! Kî li ber derî ye?»

Hezreta Fatîma got: «Ya Resûlellah! Yek li ber derî destûrê dixwaze ku bikeve hundir. Min çend caran bersiv da. Lê di bangkirina wî ya sêyem de laşê min recifî.» Li ser vê yekê Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Ey Fatîma! Ma tu dizanî yê li ber derî kî ye? Ew, yê ku lezetan dişikîne, civatan ji hev belav dike, jinan bî û zarokan sêwî dihêle, malan xera û qebran ava dike, melaîketê mirinê Ezraîl e. Ey Ezraîl, were hundir!» Hingê Dêya me Hezreta Fatîma ket nav êşeke ku nayê salixdan û ji devê wê yê mubarek ev gotin rijiyan: «Wey li te Medîne, tu xera bûyî!» Pêxemberê me destê Hezreta Fatîma girt, danî ser sînga xwe ya mubarek û çavên xwe yên mubarek girtin. Yên li wir amade guman kir ku rûhê Wî yê mubarek hatiye qebzkirin. Dêya me Hezreta Fatîma nikaribû xwe ragire, xwe ber bi guhê mubarek ê bavê xwe ve xwar kir û bi dengekî ku dil birîndar dikir gazî kir: «Bavo!…» Gava tu bersiv nehat, vê carê got: «Canê min bi qurbana te be, ya Resûlellah! Ji kerema xwe carekê çavên xwe yên mubarek veke û tiştekî ji min re bibêje…» Mezinê Aleman çavên xwe yên mubarek vekirin, hêstirên keça xwe paqij kirin û di guhê wê de jê re da zanîn ku Ew ê wefat bike. Li ser vê yekê Hezreta Fatîma dest bi girî kir. Vê carê di guhê wê de ferman kir: «Ji Ehlê Beyta min, ya ku berî her kesî wê bê ba min tu yî.» Ew jî bi vê mizgîniyê şa bû û dilê wê xweş bû.

«Allahê min! Min mexfîret bike! Rehma xwe îhsanî min bike!… Min bigihîne zumreya Refîqê E’la!…» Hedîsa şerîf

Dêya me Hezreta Fatîma pirsî: «Bavo! Îro roja veqetînê ye! Ez ê careke din kengî bigihîjim te?» Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Keça min! Tu yê roja qiyametê min li kêleka hewzê bibînî. Ez avê didim wan ên ji ummeta xwe ku tên ser hewzê.» Gava Hezreta Fatîma pirsî: «Eger ez te li wir nebînim, ez ê çi bikim?», Mezinê me Pêxember ferman kir: «Tu yê min li ba Mîzanê bibînî. Li wir ez ji ummeta xwe re şefaetê dikim.»

Gava Dêya me Hezreta Fatîma got: «Eger ez te li wir jî nebînim, ya Resûlellah?», Mezinê me Pêxember ferman kir: «Tu yê min li ba Siratê bibînî. Ez li wir ji Rebbê xwe re lava dikim: “Ya Rebbî! Ummeta min ji agir biparêze.”»

Piştî vê Hezretê Elî bi dengekî xemgîn pirsî: «Ya Resûlellah! Piştî ku te rûhê xwe teslîm kir, kî wê te bişo, em ê te bi çi kefen bikin? Kî wê îmametiya nimêja te bike, kî wê te deyne qebrê?» Mezinê me Pêxember ferman kir:

«Ya Elî, tu min bişo, bila Fedl bin Ebbas avê ji te re bike. Cebraîl wê bibe yê sêyem ê we. Gava we karê xusla min (şuştina min) qedand, hûn ê min kefen bikin. Cebraîl wê ji Cennetê bêhna xweş bîne. Paşê min bibin mizgeftê û derkevin. Çimkî pêşî Cebraîl, paşê Mîkaîl, paşê Îsrafîl, dû re melaîket kom bi kom wê nimêja min bikin. Piştî wan hûn bikevin hundir û rêz bi rêz bisekinin. Bila tu kes nekeve pêşiya min.»11 Paşê ji Ezraîl eleyhisselam, ku li bendê bû, pirsî: «Ey Ezraîl! Ma tu ji bo ziyaretê hatiyî, an ji bo qebzkirina rûhê min?..» Ezraîl eleyhisselam got: «Ez hem mêvan, hem jî wezîfedar hatime. Allah teala ferman li min kir ku ez bi destûr bikevim huzûra te. Ez rûhê te yê mubarek tenê bi destûra te distînim. Ya Resûlellah! Eger tu destûrê bidî, ez ê emrê te bi cih bînim û rûhê te qebz bikim. An na ez ê vegerim û herim ba Rebbê xwe.» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Ey Ezraîl! Te Cebraîl li ku hişt?..» Got: «Min Cebraîl li asîmanê dinyayê hişt. Melaîket ji ber wefata te taziyê didin wî.» Ew wiha dipeyivîn, Cebraîl eleyhisselam hat. Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Birayê min Cebraîl! Êdî wextê koça ji dinyayê hat. Li ba Allah teala ji bo min çi heye? Mizgîniya wê bide min, da ku ez emanetê bi dilekî rihet teslîmî xwediyê wî bikim.» Cebraîl eleyhisselam got: «Ey mehbûbê Allah teala! Min deriyê asîman vekirî hişt. Melaîket rêz bi rêz sekinîne û bi hezkirin li benda rûhê te ne.» Mezinê me Pêxember ferman kir: «Hemd mexsûsî Allah teala ye. Tu mizgîniyê bide min! Li ba Rebbê min ji bo min çi heye?..» Cebraîl eleyhisselam got: «Ya Resûlellah! Ji ber hatina te deriyên Cennetê vebûne, çemên Cennetê herikîne, darên Cennetê xwar bûne û horî xemilîne.»

Mezinê me Pêxember dîsa ferman kir: «Hemd mexsûsî Allah teala ye. Mizgîniyeke din bide min, ya Cebraîl!..» Cebraîl eleyhisselam got: «Ya Resûlellah! Roja qiyametê yê ku pêşî şefaetê dike û yê ku pêşî şefaeta wî tê qebûlkirin tu yî.» Gava Pêxemberê me yê delal dîsa ferman kir: «Hemd mexsûsî Allah teala ye. Ya Cebraîl! Mizgîniyeke din bide min», Cebraîl eleyhisselam got: «Ya Resûlellah! Tu çi dipirsî?..» Li ser vê yekê Mezinê me Pêxember ferman kir: «Hemû endîşe, xem û kedera min ummeta min e ku ez piştî xwe li pey xwe dihêlim.» Hezretê Cebraîl got: «Ey Hebîbê Allah teala! Allah teala roja qiyametê heta ku tu razî bibî ummeta te dibexşîne. Wê berî hemû pêxemberan te, berî hemû ummetan jî ummeta te bixe Cennetê.» Pêxemberê me yê delal ji Cebraîl eleyhisselam re ferman kir: «Li ba Allah teala sê miradên min hene: Yek, ku min ji gunehkarên ummeta min re bike şefaetkar. Ya duyem, ku ji ber gunehên li dinyayê kirine ezabê nede wan. Ya sêyem, ku rojên pêncşem û duşemê emelên ummeta min ji min re bên erzkirin. (Eger emelên wan baş bin, ez dua dikim, Allah teala qebûl dike. Eger xerab bin, ez şefaetê dikim û dixwazim ku ji defterê emelan bên jêbirin.)» Cebraîl eleyhisselam ji Allah teala xeber anî ku ev her sê daxwazên Wî hatine qebûlkirin. Li ser vê yekê Pêxemberê me yê delal rihet bû.

Allah teala wehy kir: «Ey Hebîbê Min! Kê anî dilê te yê mubarek ku tu ewqas muhebbet û şefqetê nîşanî ummeta xwe bidî?..» Mezinê me Pêxember bersiv da: «Rebbê min teala, yê ku ez afirandime û terbiye kirime.» Cenabê Heq jî ferman kir: «Rehm û merhemeta Min a li ummeta te hezar qat ji ya te zêdetir e. Wan ji Min re bihêle.» Paşê Pêxemberê me yê delal ferman kir: «Niha ez rihet bûm. Ey Ezraîl! Wezîfeya ku emrê wê li te hatiye kirin bi cih bîne!» Ezraîl eleyhisselam ji bo ku wezîfeya xwe bike, nêzîkî huzûra Sultanê Kaînatê bû, yê ku ew bi xwe ji bo xatirê Wî hatibû afirandin. Pêxemberê me yê delal herdu destên xwe yên mubarek xistin firaqa avê ya li ba xwe, destên xwe yên şil li rûyê xwe yê mubarek gerandin û ferman kir: «La îlahe îllallah! Allahê min! Refîqê E’la!…» Ezraîl eleyhisselam dest bi standina rûhê mubarek ê Mezinê Aleman kir. Rengê mubarek ê Mezinê me Resûlûllah carinan sor dibû, carinan zer dibû. Gava ji Ezraîl eleyhisselam re ferman kir: «Ma tu canê ummeta min jî bi vê şidet û zorê distînî?..», wî bersiv da: «Ya Resûlellah! Min canê tu kesî ewqas bi hêsanî nestandiye.» Pêxemberê me yê delal, ku di kêliya xwe ya dawî de jî ummeta xwe ji bîr nekir, ferman kir: «Ey Ezraîl! Şideta ku tu yê li ummeta min bikî, li min bike! Çimkî ew zeîf in, nikarin ragirin…» Paşê ferman kir: «La îlahe îllallah! Refîqê E’la!..», rûhê Wî yê mubarek hat standin û gihandin e’la-yî îlliyyînê…

Şefaet, ya Resûlellah!
Dexîlek, ya Resûlellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Resûlellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Hebîbellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Seyyîdel-ewwelîne wel-axirîn!

Cebraîl eleyhisselam bi van gotinan xatir ji Mezinê me Pêxember xwest: «Esselamû eleykum, ey Resûlê Allah teala! Meqsûd û metlûbê min tu bûyî. Êdî ez careke din nayêm rûyê erdê!..»

Gava rûhê mubarek ê Mezinê me Resûlê Ekrem çû alema bilind, Dêya me Hezreta Fatîma û ezwacê tahirat (hevserên Wî yên mubarek) radiyellahû anhûnne bêdeng dest bi girî kir.12 Di wê navê de dengekî ku xwediyê wî nedihat dîtin

«Ey Fatîma! Ma tu dizanî yê li ber derî kî ye? Ew, yê ku lezetan dişikîne, civatan ji hev belav dike, jinan bî û zarokan sêwî dihêle, malan xera û qebran ava dike, melaîketê mirinê Ezraîl e» Hedîsa şerîf

silav da û got: «Esselamû eleykum, ya Ehlel-Beyt! We rehmetullahî we berekatuh», û ayeta kerîme ya 185an a Sûreyê Alî Îmran xwend, ku meala wê ev e: «Bizanin ku her candar wê mirinê tam bike. Û roja qiyametê ecrên we wê bi temamî ji we re bên dayîn.» Paşê dilê wan xweş kir û bi van gotinan taziye da: «Xwe bispêrin îhsan û îkramên Allah teala. Xwe bi Wî bigirin û ji Wî hêvî bikin. Hawar nekin! Yê ku bi rastî musîbet hatiye serê wî, ew e ku ji sewabê mehrûm maye!»

Hemû kesên li wir ev gotin bihîstin û bersiva silava wî da. Yê ku ev tişt gotin, Xizir eleyhisselam bû.13 Gava di Resûlê Ekrem de nîşanên mewtê (mirinê) xuya bûn, Ummu Eymen ji kurê xwe Usame re xeber şand. Usame, Hezretê Umer û Ebû Ubeyde hema ku ev xebera tal bihîst, ji leşker veqetiyan û hatin Mescîda Nebewî. Gava Aîşeya Siddîqe û xatûnên din giriyan, Eshabê Kîram ên li Mescîda Şerîf şaş man. Fêm nekirin ka çi bi wan hatiye. Bûn mîna yên ku derb li mejiyê wan ketibe. Hezretê Elî wek miriyan bêliv ma. Zimanê Hezretê Osman lal bû. Hezretê Ebûbekr di wê gavê de li mala xwe bû. Bi bez hat. Yekser ket Hucreya Seadetê. Rûyê Fexrê Alemê vekir. Dît ku wefat kiriye. Rûyê Wî yê mubarek û her derê Wî letîf û nezîf bû, wek nûrê dibiriqî. Got: «Mirina te jî wek jiyana te çi xweş e, ya Resûlellah!» û ew maç kir. Gelek giriya. Rûyê Wî yê mubarek nixumand. Dilê yên li malê xweş kir. Hat Mescîda Şerîf. Derket ser minberê û ji Eshabê Kîram re xutbeyek xwend. Hemd û senaya Allah teala kir, selewat li Mezinê me Resûlê Ekrem sellellahû eleyhî we sellem anî, dû re wiha ferman kir: «Kê bi Muhemmed eleyhisselam îman anîbe, bila bizane ku Muhemmed eleyhisselam wefat kir. Kî ji Allah teala re îbadet dike, Ew Heyy (zindî) û Baqî ye (namire, ebedî ye).» Paşê ayeta kerîme ya 144an a Sûreyê Alî Îmran xwend, ku meala wê ev e: «Muhemmed (eleyhisselam) resûl e. Berî Wî jî resûl hatine. Ew jî wê bimire. Eger wefat bike an bê kuştin, ma hûn ê ji dînê xwe vegerin? Kî ji dînê xwe derkeve, zirarê nade Allah teala. Zirarê dide xwe. Yên ku ji dînê xwe venagerin, Allah teala sewaban dide wan.» Şîret li Eshabê Kîram kir û nîzam da rewşê. Bi vî awayî hemûyan bawer kir ku Resûlûllah wefat kiriye.14 Xem û keder wek xencereke bijehr di dilê Eshabê Kîram de çikiya. Çav digiriyan, hêstir diherikîn, agirê hesretê cegera her kesî dax dikir. Eshabê Kîram eleyhimurridwan berî her tiştî Hezretê Ebûbekr kir xelîfe, da ku hemû karan bi rê ve bibe. Bîat pê kir, bûn tabiê wî û dest pê kir ku li gorî emrê wî karan bikin.15 Mezinê me Resûlê Ekrem di sala yazdehan a hicretê de (632yê mîladî), di 12ê meha Rebîulewwelê de, roja duşemê berî nîvro koçî axretê kir. Di wê gavê de li gorî sala qemerî 63 (li gorî sala şemsî jî 61) salî bû.16

Hezretê Elî, Hezretê Ebbas, Hezretê Fedl bin Ebbas û Hezretê Usame bin Zeyd Mezinê me Pêxember şuşt.17

«Xwe bispêrin îhsan û îkramên Allah teala. Xwe bi Wî bigirin û ji Wî hêvî bikin. Hawar nekin! Yê ku bi rastî musîbet hatiye serê wî, ew e ku ji sewabê mehrûm maye!» Xizir eleyhisselam

Mihraba Şerîf – Rewdeya Mutehhere / Mescîda Nebewî

Beşa ku di Mescîda Şerîf a Mezinê me Pêxember (eleyhisselatû wesselam) de jê re «Rewdeya Mutehhere / Bexçeyê Cennetê» tê gotin. Mihraba ku Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) tê de dibû îmam û nimêj bi cemaetê re dikir xuya dike. Digel ku di vî wêneyî de xuya nake, li aliyê çepê qebra Wî ya şerîf a mubarek (Hucreya Seadetê) heye.

Minbera Şerîf – Rewdeya Mutehhere / Mescîda Nebewî

Minbera ku Pêxemberê me yê delal (sellellahû eleyhî we sellem) xutbeya înê li ser dixwend xuya dike. Minbera şerîf a wê demê sê pêpelûk bû û metreyekê bilind bû. Di şewata sala 654an [sala 1256an a mîladî] de bi temamî şewitî. Di salên cihê de minberên cihê çêkirine; minbera îroyîn a mermerîn, ku dozdeh pêpelûk e û heft metre bilind e, Sultan Muradxanê Sêyem di sala 998an a hicrî (sala 1590î ya mîladî) de ji Stenbolê şandiye.

Di dema şuştinê de ji laşê Wî yê mubarek bêhneke miskê ya wisa belav bû ku heta wê gavê bêhneke wisa nehatibû tu kesî. Paşê bi kirasê Wî yê mubarek ve sê caran şuştin, di sê qat kefenê spî yê nû de pêçan û kefen kirin. Li ser textekî hilgirtin û anîn mizgeftê. Çawa ku Pêxemberê me yê delal berê dabû zanîn, her kes ji mizgeftê derket derve. Melaîket kom bi kom hatin û nimêja Wî kir. Gava nimêja melaîketan qediya, dengekî ku xwediyê wî nedihat dîtin digot: «Bikevin hundir! Nimêja Pêxemberê xwe bikin!» Li ser vê yekê Eshabê Kîram ketin hundir. Ew jî kom bi kom hatin û bê îmam nimêja Pêxemberê me yê delal kir. Tenê heta êvara roja çarşemê karîbûn biqedînin. Eshabê Kîram di meseleya kolana qebra mubarek a Pêxemberê me yê delal de li gorî vê hedîsa şerîf kir ku Hezretê Ebûbekr anî bîra wan: «Pêxember li wî cihî tên definkirin ku rûhê xwe lê teslîm dikin.» Ber bi nîvê wê şevê ku sêşemê bi çarşemê ve girê dide (şeva çarşemê), di wê qebra şerîf de hat definkirin ku Hezretê Ebû Talheyê Ensarî bi şiklê lehdê kolabû. Qusemê kurê Hezretê Ebbas xizmeta di qebrê de qedand û yê herî dawî ew derket. Got: «Yê ku herî dawî rûyê mubarek ê Resûlûllah dîtiye ez im. Lêvên Wî yên mubarek dilivîn. Min xwe bi ser de xwar kir û guhê xwe dayê; lava dikir: “Ya Rebbî! Ummeta min!… Ya Rebbî! Ummeta min!..”»18 Roja ku Pêxemberê me yê delal koçî axretê kir, Hezretê Ebdullah bin Zeyd dua kir: «Ya Rebbî! Min ev çav ji bo wê dixwest ku ez li rûyê mubarek û bi nûr ê Hebîbê Te binêrim. Gava Ew êdî nayê dîtin, ez çi bikim! Ya Rebbî, çavê min bistîne!» û êdî nedît…

Di wefata Mezinê me Resûlûllah de meta Wî ya muhterem Sefiyye bint Ebdulmuttelib radiyellahû anha ev mersiye got:

Ya Resûlellah! Tu hêviya me bûyî,
tu bûyî yê ku her tim qencî bi me dikir.
Tu qet ne ji wan bûyî ku neheqiyê dikin,
tu ji xwediyên şefqetê û ji rênîşanderan bûyî,
herwiha deryaya îlmê ya ku nayê vegotin.
Îro hawara yên ku digirîn ji bo te ye.
Hemû bav û kalên min di riya te de feda bin!
Malê min, canê min, hemû hebûna min feda be.
Ax! Xwezî niha tu di nav me de sax bûyayî,
em ê çiqas şa bibûna, eger tu bimayayî.
Ev hukmê Heq teala ye, em dibêjin «ya sebir»,
nizanim em çi bikin, her fîxan dikin.
Silava Allah li te be, ya Resûlellah!
Bikevî Cenneta Ednê û lê bimînî, ya Resûlellah!