KRONOLOJÎ
Not: (b) salên bîsetê, (m) salên mîladî û (h) salên hicrî nîşan dide.
m. 570 Zewaca Hezretê Ebdullah û Hezreta Amîne. Nûra mubarek a Pêxemberê me yê delal derbasî diya Wî bû (Cemaziyelewwel / tîrmeh). Sala firehiyê. Wefata Hezretê Ebdullah, bavê Resûlûllah (Receb / îlon).
571 Bûyera Fîlê (Muherrem / sibat). Wîladeta Sultanê Kaînatê Muhemmed eleyhisselam (12ê Rebîulewwelê, duşem / 20ê nîsanê; 53 (bi hesabê şemsî 51) sal beriya hicretê, 55 roj piştî Bûyera Fîlê). Dan destê diya Wî ya şîr Helîmeyê (Rebîulaxir).
573 Wîladeta Hezretê Ebûbekr radiyellahû anhû.
576 Diya Wî ya şîr Ew anî Mekkeyê û da destê diya Wî Amîneyê.
577 Diya Pêxemberê me yê delal Amîne li Ebwayê wefat kir. Ummu Eymen Resûlûllah li Mekkeyê da destê bapîrê Wî Ebdulmuttelib. Wîladeta Hezretê Osman radiyellahû anhû.
579 Bapîrê Wî Ebdulmuttelib wefat kir û Ew emanetî apê Wî Ebû Talib kirin.
583 Bi apê xwe Ebû Talib re bi karwanê ticaretê yê Şamê bi rê ket û ji Busrayê vegeriya. Wîladeta Hezretê Umer radiyellahû anhû.
588 Bi apê xwe Zubeyr re çû Yemenê.
591 Bi Hezretê Ebûbekr re çû Şamê. Resûlûllah tevlî Cemiyeta Hilful-Fudûl bû.
595 Bi karwanê ticaretê yê Hezreta Xedîce re çû bajarê Busrayê.
596 Bi Hezreta Xedîce re zewicî.
599 Wîladeta Hezretê Elî radiyellahû anhû.
600 Quss bin Saîde li bazara Ukazê xîtabek kir ku tê de mizgîniya pêxembertiya Resûlûllah dida.
605 Di dema tamîra Kabeyê de ji bo ku Hecerul-Eswed li cihê wî bê danîn hekemtî kir.
b.1/610 Bîset: di 40 saliya Wî de pêxembertiya Wî jê re hat ragihandin (17ê Remezanê, duşem). Wehya pêşî di şikefta li Çiyayê Hîrayê (li Cebelê Nûr) de (nazilbûna pênc ayetên pêşî yên Sûreyê Eleq) (Remezan / tebax).
2/611 Ji ber ku wehy demekê hat birîn, Mezinê me Pêxember bi daxwaza dîtina Cebraîl eleyhisselam gelek caran diçû şikefta li Çiyayê Hîrayê. Îsrafîl eleyhisselam hat û hin tişt hînî Wî kirin.
3/612 Mislimanên pêşî: Hezreta Xedîce, Ebûbekrê Siddîq, Elî bin Ebî Talib, Zeyd bin Harise (û hevsera wî Ummu Eymen), Osman bin Effan, Talhe bin Ubeydullah, Zubeyr bin Ewwam, Ebdurrehman bin Ewf, Se’d bin Ebî Weqqas.
4/613 Resûlûllah ji xizmên xwe yên nêzîk dest pê kir û mirovahî dawetî Îslamê kir. Muşrikan dest bi eziyet û îşkenceya li mislimanan kir. Şehîdên pêşî: Hezretê Yasir, kurê wî Hezretê Ebdullah û hevsera wî Hezreta Sumeyye. Wîladeta Hezreta Aîşe radiyellahû anha.
5/614 Hicreta pêşî ya Hebeşistanê (Receb / gulan). Muhacir ji Hebeşistanê vegeriyan Mekkeyê (Şewwal / tîrmeh).
6/615 Hezretê Hemze bû misliman. Hezretê Umer bû misliman. Hicreta duyem a Hebeşistanê. Resûlûllah û misliman ji Darul-Erqemê derketin.
7/616 Dorpêç dest pê kir (Muherrem).
8/617 Hezretê Osman û hevsera wî Hezreta Ruqeyye ji Hebeşistanê vegeriyan.
9/618 Mucîzeya Şeqqul-Qemer: bi îşareta Resûlûllah heyv bû du parçe.
10/619 Dorpêç hat rakirin.
10/620 Wefata Ebû Talib (7ê Remezanê / nîsan). Wefata Dêya me Hezreta Xedîce (10ê Remezanê / nîsan). Resûlûllah bi Hezreta Sewde bint Zem’e re zewicî (Remezan / gulan). Resûlûllah bi Zeyd bin Harise re çû Taîfê (Şewwal / gulan). Cinên Nisêbînê Îslamiyet qebûl kir. Resûlûllah ji Taîfê vegeriya Mekkeyê (23yê Zilqe’deyê). Hevdîtina Eqebeyê (10ê Zilhicceyê / 17ê tîrmehê).
11/621 Mucîzeya Mîracê û ferzbûna nimêja pênc wextan (27ê Recebê). Cebraîl eleyhisselam du rojan li ba deriyê Kabeya Şerîf ji Resûlûllah re bû îmam. [Ji bo tarîxa Mîracê rîwayetên din jî hene. Mîrac gelek caran çêbûye. Yek ji wan bi hişyarî û bi cesedê Wî yê şerîf ê mubarek bû. Yên din tenê bi rûhê Wî yê mubarek bûn.]
Nîkaha Resûlûllah bi Hezreta Aîşe re hat birîn (Şewwal). Bîata Eqebeyê ya Yekem (10ê Zilhicceyê / 6ê tîrmehê, duşem). Resûlûllah Mus’eb bin Umeyr şand Medîneyê, da ku Îslamiyetê hîn bike.
12/622 Senetus-Surûr (Sala Şahiyê): piraniya xelkê Medîneyê Îslamiyet qebûl kir. Bîata Eqebeyê ya Duyem (12ê Zilhicceyê / 28ê hezîranê, duşem).
13/1/622 Sala 13an a bîsetê, sala 1ê ya hicretê û sala 622an a mîladê. Sala Hicrî: destpêka sala hicrî ya qemerî ya mislimanan (1ê Muherremê / 16ê tîrmehê). Senetul-Îzn: destûr ji mislimanan re hat dayîn ku ji Mekkeyê hicret bikin Medîneyê. Muşrik li Darun-Nedweyê civiyan û biryara kuştina Resûlûllah da (25ê Seferê / 8ê îlonê). HICRET: Resûlûllah bi Hezretê Ebûbekr re ber bi Şikefta Sewrê ve bi rê ket (26ê Seferê, pêncşem / 9ê îlonê). Ji şikefta li Çiyayê Sewrê ber bi Medîneyê ve bi rê ketin (1ê Rebîulewwelê, duşem / 13ê îlonê). Gihîştin gundê Qubayê (8ê Rebîulewwelê, duşem / 20ê îlonê). Avakirina Mizgefta Qubayê (8–11ê Rebîulewwelê / 20–23yê îlonê). Resûlûllah li nimêjgeha li newala Ranûnayê, di navbera Quba û Medîneyê de, îmametiya nimêja înê ya pêşî kir (12ê Rebîulewwelê, în / 24ê îlonê). Gihîştina Medîneyê (12ê Rebîulewwelê, în / 24ê îlonê). Li mala Ebû Eyyûbê Ensarî bû mêvan. Dest bi avakirina Mescîda Nebewî kirin (Rebîulewwel / îlon). Hatina ehlê malê ya Medîneyê. Dest pê kirin ku Ezana Muhemmedî rojê pênc wextan bixwînin. Selmanê Farisî bû misliman.
h.1/623 Di navbera muhacir û Ensar de biratî hat danîn. Peymana nivîskî ya pêşî: wesîqeya Medîneyê û diyarkirina newala Medîneyê wek herem (Remezan / adar). Destûra şer hat dayîn. Seriyyeya pêşî: Seriyyeya Hezretê Hemze ya Îsê / Sîful-Behrê (Remezan / adar). Avakirina Mescîda Nebewî qediya (Şewwal / nîsan). Li Mescîda Nebewî Suffe hat danîn. Li Medîneyê çarşî û cihê bazarê hat danîn. Cara pêşî nifûsa mislimanan hat hejmartin. Sefera Ubeyde bin Haris a Rabixê (Şewwal / nîsan).
Seriyyeya Se’d bin Ebî Weqqas a Xerrarê (Zilqe’de / gulan). Wefata Es’ed bin Zurare, Bera bin Me’rûr û Kulsûm bin Hidm. Bi wefata Osman bin Mez’ûn re Cennetul-Beqî ji bo goristanê hat veqetandin (Zilhicce / hezîran).
2/623 Resûlûllah cara pêşî roja Aşûrayê rojî girt (10ê Muherremê / 14ê tîrmehê). Xezweya pêşî: Xezweya Ebwayê (Weddan) (12ê Seferê / 15ê tebaxê). Xezweya Buwatê (1ê Rebîulewwelê / 2yê îlonê). Xezweya Bedrê ya Yekem / Sefewan (Rebîulewwel / îlon). Xezweya Zul-Uşeyreyê (1ê Cemaziyelewwelê / 31ê cotmehê).
2/624 Seriyyeya Ebdullah bin Cehş a Betnê Nexleyê (20ê Recebê / 17ê çileyê). Nîkaha Hezretê Elî û Hezreta Fatîma hat birîn (Receb / çile). Qible ji Mescîdul-Eqsayê ber bi Mescîdul-Heramê / Kabeyê ve hat guhertin (11ê Şebanê, sêşem / 7ê sibatê). Rojî ferz bû (Şeban / sibat). Dest bi nimêja terawîhê kirin (1ê Remezanê / 26ê sibatê). Ji eshabên li Hebeşistanê 33 kesên din jî berî Bedrê vegeriyan Mekkeyê. Ji wan 2 kesan li Mekkeya Mukerreme wefat kir, 7 kes muşrikan hebs kirin, 24 kes jî gihîştin Medîneya Munewwere û tevlî Xezweya Bedrê bûn. Xezweya Bedrê (12ê Remezanê / 13ê adarê). Ebû Cehl hat kuştin. Wefata Hezreta Ruqeyye, keça Resûlûllah (Remezan / adar). Zekat ferz bû (Remezan / adar). Emrê sedeqeya fitrê (fitreyê) hat kirin (Remezan / adar). Cejna Remezanê ya pêşî û nimêja cejnê (1ê Şewwalê / 27ê adarê). Resûlûllah bi Hezreta Aîşe re zewicî (Şewwal / nîsan). Dema Hezreta Zeyneb ji Mekkeyê dihat Medîneyê, êrîş birin ser wê (serê Şewwalê / adar). Xezweya Qerqeretul-Kedrê (5ê Şewwalê / 31ê adarê). Xezweya Benî Qeynuqa (15ê Şewwalê / 10ê nîsanê). Xezweya Sewîqê (5ê Zilhicceyê / 29ê gulanê). Zewaca Hezretê Elî û Hezreta Fatîma (Zilhicce / gulan). Cejna Qurbanê ya pêşî (10ê Zilhicceyê / 3yê hezîranê).
3/624 Ke’b bin Eşref hat kuştin (4ê Rebîulewwelê / 25ê tebaxê). Xezweya Enmarê (Xetafan, Zî Emr) (12ê Rebîulewwelê / 2yê îlonê). Xezweya Behranê (Necran) (6ê Cemaziyelewwelê / 25ê cotmehê). Hezretê Osman bi Hezreta Ummu Gulsûm re zewicî (Cemaziyelaxir).
3/625 Resûlûllah bi Hezreta Hefse re zewicî (Şeban / çile). Wîladeta Hezretê Hesen (15ê Remezanê / 1ê adarê).
Xezweya Uhudê (7ê Şewwalê, şemî / 23yê adarê). Xezweya Hemraul-Esedê (16ê Şewwalê / 1ê nîsanê).
4/625 Ebdullah bin Uneys Xalid bin Sufyan kuşt (5ê Muherremê / 17ê hezîranê). Bûyera Recî (Sefer / tîrmeh). Bûyera Bi’rê Maûneyê (19ê Seferê / 31ê tîrmehê). Xezweya Benî Nedîr (Rebîulewwel / tebax). Mey bi qismî hat heramkirin (Rebîulewwel / tebax–îlon). Wefata Ebdullah, kurê Hezretê Osman û Hezreta Ruqeyye (Cemaziyelewwel / cotmeh). Wefata Ebû Seleme (23yê Cemaziyelaxirê / 30yê mijdarê).
4/626 Wîladeta Hezretê Huseyn (5ê Şebanê / 10ê çileyê). Resûlûllah bi Hezreta Zeyneb bint Xuzeyme re zewicî (Remezan). Resûlûllah bi Hezreta Ummu Seleme re zewicî (dawiya meha Şewwalê / serê nîsanê). Wefata Fatîma bint Esed. Xezweya Bedra Biçûk (1ê Zilqe’deyê / 4ê nîsanê).
5/626 Xezweya Zatur-Riqa (10ê Muherremê / 11ê hezîranê). Xezweya Dûmetul-Cendelê (25ê Rebîulewwelê / 24ê tebaxê). Wefata Dêya me Hezreta Zeyneb bint Xuzeyme (Rebîulaxir / îlon). Heyeta Benî Muzeyne, ku bûbûn misliman, hat Medîneyê (Receb / kanûn). Xezweya Mureysî (Benî Mustelîq) (2yê Şebanê / 27ê kanûnê). Îftira li Hezreta Aîşe hat kirin. Ayeta teyemmumê nazil bû.
5/627 Resûlûllah bi Hezreta Cuweyriye bint Haris re zewicî (Şeban). Xezweya Xendeqê (Ehzab) (Şewwal / adar). Xezweya Benî Qureyze (23yê Zilqe’deyê / 15ê nîsanê). Resûlûllah bi Hezreta Zeyneb bint Cehş re zewicî (1ê Zilqe’deyê / 24ê adarê). Resûlûllah bi Hezreta Reyhane bint Emr re zewicî (Zilhicce / nîsan–gulan).
6/627 Seriyyeya Muhemmed bin Mesleme ya Qurtayê (10ê Muherremê / 1ê hezîranê). Seriyyeya Hezretê Elî ya li ser Benî Se’d bin Bekr li Fedekê. Xezweya Xabeyê (Zî Qered) (2yê Rebîulewwelê / 22yê tîrmehê). Seriyyeya Xemreyê (Rebîulewwel). Seriyyeya Muhemmed bin Mesleme ya Zul-Qesseyê (Rebîulewwel). Seriyyeya Ebû Ubeyde bin Cerrah a Zul-Qesseyê (Rebîulaxir / îlon). Seriyyeya Zeyd bin Harise ya Cemûmê (Rebîulaxir).
Xezweya Benî Lihyan (1ê Cemaziyelewwelê / 18ê îlonê). Seriyyeya keşfê ya Zeyd bin Harise ya Îsê (Cemaziyelewwel). Ebul-As bû misliman. Seriyyeya Zeyd bin Harise ya Terefê (Cemaziyelaxir / cotmeh–mijdar). Seriyyeya Zeyd bin Harise ya Wadil-Qurayê (Receb / mijdar–kanûn). Sefera Zeyd bin Harise ya Şamê / karwanê ticaretê (Receb). Seriyyeya Ebdurrehman bin Ewf a Dûmetul-Cendelê (Şeban / kanûn). Seriyyeya Zeyd bin Harise ya Medyenê (Şeban / kanûn). Seriyyeya Hezretê Elî ya Fedekê (Şeban / kanûn).
6/628 Seriyyeya Zeyd bin Harise ya li ser Ummu Qirfeyê (Remezan / çile). Li Medîneyê hişkesalî çêbû / derketin duaya baranê (Remezan). Seriyyeya Ebdullah bin Etîk a li ser Ebû Rafi (Remezan / çile). Seriyyeya keşfê ya Ebdullah bin Rewahe ya Xeyberê (Remezan / sibat). Seriyyeya Ebdullah bin Rewahe ya li ser Useyr bin Zarim (Şewwal / sibat). Seriyyeya Kurz bin Cabir el-Fihrî (Zilqe’de / adar). Sefera Umreyê (2yê Zilqe’deyê / 14ê adarê). Bîata Ridwanê (Zilqe’de / adar–nîsan). Peymana Hudeybiyeyê (Zilhicce / nîsan). Sûreyê Fetih nazil bû. Heyetên Benî Xuzae, Benî Eslem û Benî Xuşenî hatin Medîneyê û bûn misliman. Mey bi qetî hat heramkirin. Resûlûllah destûra pêşbaziya deve û hespan da.
6, 7/628 Resûlûllah nameyên dawetê yên ji bo Îslamê şandin (rojên dawî yên meha Zilhicceyê – serê meha Muherremê / gulan).
7/628 Seriyyeya Zeyd bin Harise ya Hismayê (Cemaziyelaxir). Necaşiyê Hebeşistanê Eshame bû misliman. Eqda nîkaha Hezreta Ummu Hebîbe. Muqewqisê Misrê Mariye şand ji Resûlûllah re. Wefata Ummu Rûman radiyellahû anha, diya Dêya me Hezreta Aîşe. Ebul-As bû misliman û nîkaha wî bi Zeyneba keça Resûlûllah re ji nû ve hat birîn (Muherrem / gulan). Xezweya Xeyberê (dawiya Muherremê – Sefer / hezîran). Zeyneb bint Haris hewl da ku jehrê bide Resûlûllah. Yên mayî ji wan eshabên ku hicret kiribûn Hebeşistanê jî vegeriyan Medîneyê (Sefer). Eş’erî hatin Medîneyê û bi bûna ji Eshabê Kîram şerefdar bûn.
Leyletut-Te’rîs: Resûlûllah û eshabên Wî di xew re çûn û nikaribûn ji bo nimêja sibehê rabin. Resûlûllah bi Hezreta Ummu Hebîbe re zewicî. Wefata Suweybe, diya şîr a Resûlûllah. Hakimê Yemenê Bazan bû misliman (Cemaziyelewwel / îlon). Mucîzeya vegera rojê ji ufiqê, ji bo nimêja esrê ya Hezretê Elî. Xezweya Wadil-Qurayê (Cemaziyelaxir / cotmeh). Resûlûllah bi Hezreta Sefiyye bint Huyey re zewicî. Seriyyeya Hezretê Umer a Turebeyê (Şeban / kanûn). Seriyyeya Hezretê Ebûbekr a Necdê (Şeban / kanûn). Seriyyeya Beşîr bin Se’dê Ensarî ya Fedekê / Murreyê (Şeban / kanûn).
7/629 Seriyyeya Xalib bin Ebdullahê Leysî ya Meyfeayê (Remezan / çile). Seriyyeya Beşîr bin Se’dê Ensarî ya Cinabê (Şewwal / sibat). Sefera Umretul-Qedayê (Zilqe’de – Zilhicce / adar). Resûlûllah bi Meymûne bint Haris re zewicî (Zilqe’de / adar).
8/629 Wefata Hezreta Zeyneb, keça Resûlûllah (Sefer). Xalid bin Welîd, Emr bin As û Osman bin Talhe bûn misliman (Sefer). Seriyyeya Xalib bin Ebdullah a Qudeydê (Sefer / hezîran). Seriyyeya Xalib bin Ebdullah a Fedekê (Sefer / hezîran). Şerê Mûteyê (Cemaziyelewwel / îlon). Seriyyeya Emr bin As a Zatus-Selasilê (Cemaziyelaxir / cotmeh). Li ser wê yekê ku qureyşiyan Peymana Hudeybiyeyê xera kir, Ebû Sufyan ji bo sulhê hewl da.
8/630 Resûlûllah ji bo fetha Mekkeyê bi rê ket (10ê Remezanê / 1ê çileyê). Fetha Mekkeyê (20ê Remezanê, pêncşem / 11ê çileyê). Resûlûllah qebra diya xwe Hezreta Amîne ya li Ebwayê ziyaret kir. Pût hatin şikandin. Xezweya Huneynê (11ê Şewwalê / 1ê sibatê). Resûlûllah xwişka xwe ya şîr Şeyma dît. Xezweya Taîfê (Şewwal / sibat). Resûlûllah li Ci’raneyê xenîmetên Huneynê par ve kirin (5–18ê Zilqe’deyê / 24ê sibatê – 9ê adarê). Resûlûllah umre kir (19ê Zilqe’deyê / 10ê adarê). Ji bo Mescîda Nebewî minbereke sê pêpelûkî hat çêkirin. Wîladeta Îbrahîm, kurê Resûlûllah (Zilhicce).
9/630 Resûlûllah memûrên zekatê şandin hin qebîleyan (Muherrem / nîsan–gulan). Seriyyeya Uyeyne bin Hisn el-Fezarî (Muherrem). Xezweya Tebûkê (Receb / cotmeh). Seriyyeya Xalid bin Welîd a Dûmetul-Cendelê (Receb). Resûlûllah Mescîda Dirar a munafiqan da xerakirin. Wefata Eshame, hukumdarê Hebeşistanê / Necaşî (Receb / cotmeh). Seriyyeya Hezretê Ebûbekr a Remlê (Şeban). Wefata Hezreta Ummu Gulsûm, keça Resûlûllah (Şeban). Resûlûllah cara duyem nameya dawetê ya ji bo Îslamê şand ji Herakliyûs re. Senetul-Wufûd (Sala Qasidan). Ke’b bin Zuheyr bû misliman û Resûlûllah xirqeya xwe diyarî wî kir.
9/631 Mirina serokê munafiqan Ebdullah bin Ubey (Zilqe’de). Hec ferz bû. Hezretê Ebûbekr kirin emîrê hecê (Zilqe’de – Zilhicce / sibat–adar). Hezretê Elî jî ji bo teblîxa serê Sûreyê Berae şandin Mekkeyê (Zilhicce / adar).
10/631 Seriyyeya Xalid bin Welîd a li ser Benî Haris (Rebîulewwel / hezîran). Seriyyeya Hezretê Elî ya Yemenê / Mezhicê (Remezan / kanûn). Wefata waliyê Yemenê Bazan. Fîrûz, kurê xwişka Necaşî, bû misliman. Museylimetul-Kezzab îdiaya pêxembertiyê kir.
10/632 Wefata Îbrahîm, kurê Resûlûllah. Heca Wedayê: Resûlûllah ji bo hecê ji Medîneyê bi rê ket (25ê Zilqe’deyê / 22yê sibatê). Resûlûllah Xutbeya Wedayê îrad kir (9ê Zilhicceyê / 7ê adarê). Tewafa Wedayê (14ê Zilhicceyê / 12ê adarê, pêncşem). Wefata Hezreta Reyhane bint Emr.
11/632 Cebraîl eleyhisselam Qur’ana Kerîm bi temamî du caran ji Resûlûllah re xwend. Usame bin Zeyd kirin fermandarê wî leşkerî ku wê biçûya Şamê. Serê Resûlûllah dest bi êşê kir (26ê Seferê / 24ê gulanê, yekşem). Taya Resûlûllah dijwar bû, nexweşiya tayê (humma) dest pê kir (27ê Seferê / 25ê gulanê, duşem). Eswedê Ensî, yê ku îdiaya pêxembertiyê dikir, hat kuştin (8ê Rebîulewwelê / 4ê hezîranê, pêncşem). Resûlûllah Hezretê Ebûbekr derbasî îmametê kir (8ê Rebîulewwelê / 4ê hezîranê, nimêja eşayê).
Resûlûllah da pey Hezretê Ebûbekrê Siddîq û nimêja xwe ya dawî eda kir (12ê Rebîulewwelê, roja duşemê, nimêja sibehê). Wefata Resûlûllah (12ê Rebîulewwelê / 8ê hezîranê, duşem, berî nîvro). Hezretê Ebûbekr kirin xelîfe (12ê Rebîulewwelê / 8ê hezîranê, duşem). Resûlûllah di nîvê wê şevê de hat definkirin ku sêşemê bi çarşemê ve girê dide (şeva çarşemê). Usame bin Zeyd şandin ser murtedan (16ê Rebîulewwelê / 12ê hezîranê, în). Usame bin Zeyd bi zefer vegeriya (26ê Rebîulaxirê / 22yê tîrmehê, sêşem).
EZ ÇI ME Û ÇI YÊ MIN HEYE!
Di vî bexçeyî de ji bo min ne gul heye, ne lale,
di vê bazarê de ne kirîn û firotin heye, ne jî pere,
ne qudret û teserruf, ne mal, ne jî milk heye,
ne derd, ne zewq, ne melhem, ne jî birîn heye,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye?
Wucûd lutfa îlahî ye, heyat rehma Kerîm e!
Dev etiyeya Rehman e, kelam fezla Qedîm e!
Beden avahiya Xwedê ye, rûh nefxeya tekrîmê ye,
qewet îhsana qudretê ye, his danîna Hekîm in,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye?
Li vê dinyayê bi rastî tu tiştekî min tune,
çi hebe hemû yê Wî ye, di milkê Wî de şirîkê Wî tune.
Hatin û çûyîna cîhanê jî ne di destê min de ye,
ji bo ku bibêjim «ev yê min e» senedek tune ku ez pişta xwe bidimê,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye.
Hebûna min dîmenek e, rûhê min emanetek e,
heta gotina «ez» jî li hember Wî şirîkatiyeke pir kirêt e,
wezîfeya ku dikeve ser evd îtaeta xwediyê xwe ye,
ku ji min re dibêje (evdê Min!), lutf e, înayet e,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye?
Ez feqîr û muhtac im, xina û îhsan yê Heq e,
(edem) sermiyanê min e, wucûd û heyat yê Heq e.
Ezel û ebed, herwiha qehr û xelebe yê Heq e,
li dinya û li uqbayê her tiştê ku xuya dike yê Heq e.
Li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye.
Xwarin, vexwarin, lezet ji sifeta Rezzaq1 in,
bêhneke rihet standin ji rehma Xwedê ye.
Her qenciya ku tê jî ji îkrama Wî ye,
nîmeta herî mezin, (îman) jî, hemû ji Wî ye,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye.
Nesîb tune be rizqê min nayê, ne ji asîman ne ji erdê,
ne ji giya ne ji goşt, bi kurtî ji tu destî.
Ya ku hatiye teqdîrkirin tê, gava qet ne di bîra min de ye,
rizq ji ya muqedder ne zêde ne kêm tên,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye.
Ez nikarim şeva reş bikim roj, rojê bikim êvar,
berf û avê bikim agir, zîv bikim wolfram.
Nikarim kureya erdê rawestînim û perîşan bikim,
ewrê berfê yê zivistanê bikim ewrê nîsanê,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye
Gava ez di edemê de bûm, Rebbê min di demekê de ez bijartim,
xwarina min yekser di zikê dayikê de amade kir.
Ferman li melaîketan kir, ew ji xizmeta min re kirin bende,
ez derxistim dinyayê û ji xwe re kirim perde,
li vê dinyayê xwezî min bizaniya, ez çi me û çi yê min heye.
