TEVGERÊN JI DÎN VEGERÎNÊ
Di bîst û sê salên pêxembertiya Mezinê me Pêxember sellellahû eleyhî we sellem de ji tevahiya Nîvgirava Erebistanê û ji cihên din gelek mirov kom bi kom hatin û bûn misliman. Bi Allah teala îman anî û di her gotin û her karê xwe de bûn tabiê Pêxemberê ku Wî şandiye. Gava Resûlûllah wefat kir, li rûyê erdê ji sed û bîst û çar hezarî zêdetir (di rîwayetekê de li dora sed û pêncî hezar) sehabî hebûn. Piştî Heca Wedayê di nav ereban de hin kes rabûn dawa pêxembertiyê kirin. Yê pêşî ji wan Eswedê Ensî bû, ji qebîleya Benî Ens. Navê wî yê esil Ebhele bin Ke’b e. Bi hin hîleyan gelek kes ji xelkê Yemenê xapandin. Ehlê Necranê jî bû tabiê wî. Sen’a zeft kir û çembera fitneyê fireh kir. Mezinê me Resûlûllah digel ku nexweş bû jî, bi girîngî li ser wê xerakariyê rawesta ku derewînên wek Eswedê Ensî dikirin. Kuştina vî derewînî bi wehyê ji Mezinê me Pêxember re hat ragihandin. Resûlûllah roja din mizgîniya vê bûyerê da eshaban û ferman kir: «Şeva çûyî Eswedê Ensî yê derewîn bi destê yekî ji birayên me hat kuştin.»
Piştî wefata Pêxemberê me, bi tehrîka munafiq, cihû û xiristiyanan tevgerên îrtîdadê (ji dîn vegerînê) kom bi kom dest pê kir. Ev tevger gelek mezin bûn. Li ser wefata Resûlûllah Eshabê Kîram eleyhimurridwan bi yekdengî Ebûbekrê Siddîq radiyellahû anhû kir xelîfe. Hinek ji erebên bedewî, ku xwe misliman nîşan didan lê hîn Îslamiyet di dilê wan de rûneniştibû, wefata Mezinê me Pêxember ji xwe re firsend dît û îbadetên ferz, nemaze dayîna zekatê red kir. Ji Eshabê Kîram radiyellahû teala anhûm ecmeîn ên ku bi wezîfe hatibûn ba wan şehîd kirin. Digel ku misliman bûn, dev ji dînê Îslamê berdan. Bûn murted. Memûrên li Yemenê û li cihên din dest bi vegerê kir û xeberên reş anîn. Xetera îrtîdadê ji nişkê ve mezin bû. Tirs û xofê her der girt. Li ber hejmara murtedan misliman gelek hindik bûn. Ebûbekrê Siddîq radiyellahû anhû şerê bi murtedan re da ber çavê xwe. Dijmin xwe ji bo êrîşa ser Medîneyê amade dikir; bi şev bi derketineke dijwar avêt ser wan û heta sibehê şer kir. Hemû belav kirin. Ji bo ku here şerê murtedên dûr li deveya xwe siwar bû.
Hezreta Aîşe wiha ferman kir: «Di wan rojan de ku ereb murted bûbûn, gava bavê min şûrê xwe kişand û li deveya xwe siwar bû, Hezretê Elî çû ba wî, bi hefsarê deveya wî girt û got: “Ey xelîfeyê Resûl! Tu bi ku ve diçî? Ez wê ji te re dibêjim ku Resûlûllah di Şerê Uhudê de ferman kiribû. Wê rojê ji te re wiha ferman kiribû: «Şûrê xwe bixe kalan! Bi mirina xwe me neşewitîne!» Wellahî, eger tiştek bi te bê, misliman piştî te nayên ser hev.”» Hemû Eshabê Kîram (radiyellahû teala anhûm ecmeîn) Hezretê Elî tesdîq kir. Hezretê Xelîfe vegeriya Medîneya Munewwere. Desteyên leşker şandin ser murtedan. Xelîfe pêşî bi ser çar qebîleyên nêzîkî Medîneyê de meşiya û ew anîn îtaetê. Paşê desteyên leşker şandin ser yazdeh qebîleyan. Ji wan, leşkerê di bin emrê Îkrime de li Yemameyê li hember çil hezar leşkerê Museylime nikaribû bisekine.
«Ey Pêxemberê Min ê delal! Ji wan re bibêje: “Eger hûn ji Allah hez dikin û dixwazin ku Allah jî ji we hez bike, bibin tabiê min! Allah ji wan hez dike ku dibin tabiê min”» Alî Îmran: 31
Xelîfe Xalid bin Welîd şand hawara wî. Xalid hem Tuleyhe bin Xuweylid, hem Secah bint Haris, hem jî Malik bin Nuweyre perîşan kirin û vegeriya Medîneyê. Li Yemameyê jî zefereke mezin bi dest xist. Bîst hezar murted kuştin. Nêzîkî du hezar misliman şehîd bûn. Emr bin As jî qebîleya Xuzaeyê anî îmanê. Ela bin Hedremî li Behreynê şerên dijwar kirin û murted belav kirin. Huzeyfe, Erfece û Îkrime li Umman û Behreynê gihîştin hev û murted şikandin. Deh hezar murted kuştin. Xelîfe Xalid bin Welîd şand aliyê Iraqê. Wî ji Hîreyê sed hezar zêr cizye stand. Leşkerê Îranê yê di bin fermandariya Hurmuz de şikand. Li Besrayê leşkerekî sî hezar kesî perîşan kir. Ji leşkerê dijmin ê ku hatibû hawarê heftê hezar kafir hatin kuştin. Paşê bi şerên cihê bajarên mezin standin. Xelîfe li Medîneyê leşker civand, Ebû Ubeyde şand aliyê Şamê, Emr bin As jî şand Filistînê. Paşê Yezîd bin Ebû Sufyan ji bo alîkariyê şand Şamê. Dû re leşker civand û Hezretê Muawiye şand alîkariya birayê wî Yezîd. Xalid bin Welîd jî ji Iraqê şand Şamê. Xalid hinek ji leşker ji Musenna re hişt û bi gelek şer û zeferan hat Sûriyeyê. Leşkerên Îslamê gihîştin hev û li Ecnadeynê leşkerê mezin ê rûman şikand. Paşê li Yermûkê çil û şeş hezar leşkerê Îslamê bi du sed û çil hezar leşkerê Herakliyûs re şerên dirêj û gelek dijwar kirin û bi ser ket. Ji sed hezarî zêdetir leşkerê rûm hatin kuştin. Sê hezar misliman şehîd bûn. Di vî şerî de jinên Îslamê jî şer kir. Qehremaniyên ecêb ên serfermandar Xalid bin Welîd û fermandarê tumenê Îkrime hatin dîtin. Ev hemû zefer bi cesaret, deha, îdareya xweş û bereketa xelîfe çêbûn. Tevgerên îsyan û îrtîdadê, ku bi wefata Mezinê me Pêxember re wek şewatê tevahiya Nîvgirava Ereban girtibûn, bi ezma bilind û îradeya bêleq a Hezretê Ebûbekr û bi wan tertîbên di cih de ku di leşker de kirin, di demeke kurt a wek salekê de hatin tepisandin. Hezretê Umer radiyellahû anhû di şandina leşkerê Usame ya Sûriyeyê de û di pêşîgirtina li bûyeran de xizmetên mezin kirin. Ebdullah bin Suheyl bi axaftinên xwe nehişt ku gelek kes murted bibin. Ebû Ducane di tepisandina bûyeran de jî xizmeteke pir mezin kir. Nu’man bin Muqerrin û Xalid bin Seîd tevlî şerên bi murtedan re bûn û serkeftinên mezin nîşan dan. Bi vî awayî meydan nedan ku fitneya îrtîdadê mezin bibe, pêşî li felaketeke mezin hat girtin û agirekî mezin ê fitneyê, ku dixwest yekîtiya Îslamê bihejîne, hat vemirandin.
Lê hin kesên ku rabûbûn îrtîdadê û fêm kiribûn ku bi eşkereyî nagihîjin armanca xwe, tevlî tevgerên fitneyê yên dewrên paşê jî bûn. Bûn sebebê cudahiyên dînî û siyasî yên ku di nav mislimanan de derketin.
Di tarîxa Îslamê de piştî van bûyeran dest pê kir ku bi maneya redkirina dîn û ji dîn vegerînê tabîrên «îrtîdad» (ji dîn vegerîn) û «murted» (yê ku ji dîn vegeriyaye) bi kar bînin. Di têkoşîna bi murtedan re para Hezretê Ebûbekr mezin bû. Eger kesekî wiha bidirayet nebûya, xeter wê li tevahiya Erebistanê belav bibûya. Loma Hezreta Aîşe gotiye: «Gava rûhê Resûlûllah hat qebzkirin, ereb murted bûn. Nîfaqê serî hilda. Ya ku bi ser bavê min de hat, eger bi ser çiyayan de bihata, bêguman wê ew hûr hûr bikirana!»1
Hezretê Ebû Hureyre jî gotiye: «Eger Ebûbekr nebûya, piştî wefata Muhemmed eleyhisselam Ummeta Muhemmed wê helak bibûya!»2 Herwiha gotiye: «Sond bi Allahê ku ji Wî pê ve tu îlah tune, eger Ebûbekr xelîfetî negirta ser xwe, kesek nedima ku ji Allahê mezin re îbadet bike!» û ev gotina xwe sê caran dubare kiriye.
Ebû Recayê Utaridî dibêje: «Gava ez ketim Medîneyê, min dît ku xelk civiyaye û zilamek serê zilamekî maç dike û dibêje: “Ez bi qurbana te bim! Wellahî, eger tu nebûyayî, bêguman em ê helak bibûna!” Min pirsî: “Ev ê ku maç dike û yê ku tê maçkirin kî ne?” Gotin: “Umer ji ber xezweya wî ya bi murtedan re serê Ebûbekr maç dike!”»3
Hezreta Aîşe wan rojan wiha vedibêje: Li ser wefata Resûlûllah gelek ji qebîleyên ereb murted bûn. Misliman şaş man, mîna yên ku di şeveke tarî de ketibin ber baranê. Heta di wê navê de piraniya mekkeyiyan xwe amade kir ku ji Îslamiyetê vegerin. Hezretê Suheyl bin Emr li ber deriyê Kabeyê rawesta û bang li mekkeyiyan kir. Bi axaftineke bitesîr şikên wan rakirin û nehişt ku ji dîn vegerin. Ji wan re ev tişt gotin: «Gelî mekkeyiyan! Hûn bûn ên dawî ji wan ên ku bûn misliman. Nebe ku hûn bibin ên pêşî ji wan ên ku murted dibin û ji mislimantiyê vedigerin! Wellahî, Allahê mezin, çawa ku Resûl eleyhisselam ferman kiriye, wê vî karî bêguman temam bike! Min ji Wî bihîstiye, gava li vî cihê ku ez niha lê me bi tena serê xwe rawestabû, wiha ferman dikir: “Bi min re bibêjin La îlahe îllallah, da ku ereb li we binêrin û bikevin dîn, yên ne ereb jî cizyeyê bidin we! Wellahî, xezîneyên Kisra û Qeyser wê di riya Allah de bên xerckirin!”
We dît ku yên tinazên xwe dikirin bûn tehsîldarên zekat û sedeqeyê. Wellahî, ya mayî jî wê çêbibe! Wellahî, ez baş dizanim: heta ku roj hilê û here ava, ev dîn wê bidome. Bila ew kesên di nav we de we nexapînin! Ev karê ku ez dizanim, ew kes jî dizanin. Lê hesûdiya wan a ji Benî Haşim dilên wan mohr kiriye. Gelî mirovan! Di nav Qureyşê de yê ku li bejê û li deryayê herî zêde wesîteyên wî hene ez im. Hûn îtaeta emîrê xwe bikin û zekatên xwe bidin wî. Eger karê Îslamiyetê heta dawiyê nedome, ez kefîl im ku zekatên we li we vegerînim!» Wiha got û giriya. Li ser vê yekê xelk aram bû.4
Gava Suheyl bin Emr bi axaftina xwe ya bitesîr mekkeyî ji îrtîdadê vegerandin, waliyê Mekkeyê Ettab bin Esîd karîbû derkeve holê.
«Eger Ebûbekr nebûya, piştî wefata Muhemmed eleyhisselam Ummeta Muhemmed wê helak bibûya!» Ebû Hureyre (radiyellahû anhû)
Hucreya Seadetê / Mescîda Nebewî
Dîmena ji pêş ve, yanî ji aliyê qibleyê ve, ya qebrên şerîf ên Pêxemberê me yê delal (eleyhisselatû wesselam)
û du eshabên Wî yên ku herdu bîbikên çavên mislimanan in,
Hezretê Ebûbekr û Hezretê Umer (radiyellahû anhûma).
Suheyl bin Emr di Şerê Bedrê de di nav dîlan de bû. Hezretê Umer dixwest ku ew bê kuştin. Hingê Mezinê me Pêxember ji Hezretê Umer re ferman kiribû: «Tu çima dixwazî wî bikujî? Dev jê berde, belkî Allah wî bîne meqamekî ku tu jî biecibînî. Xîtaba wî ya li xelkê jî memûl e (tê hêvîkirin)!» Îcar hat fêmkirin ku mizgîniya bi vê hedîsa şerîf hatibû dayîn, ev axaftina Suheyl bin Emr radiyellahû anhû bû, ku di meqamekî wisa de kir ku li xweşa mirov diçe.5 Hezretê Umer jî gava axaftina Suheyl bihîst, ew gotina ku Pêxemberê me di heqê Hezretê Suheyl de ferman kiribû hat bîra wî û di xiyaba Pêxemberê me de nikaribû xwe bigire ku nebêje: «Ez şehadetê didim ku tu bêguman Resûlûllah î!»6
Eşqa te ji hemû derdan re derman e, ya Resûlellah,
li ba te hacet rewa dibin, ya Resûlellah.
Çavên ku nûra te dîtine ne li heyvê digerin ne li stêran,
ji nûra te şev û roj ronahî ne, ya Resûlellah.
Ji xwêdana te gul vedibin, ji gotina te hingiv û şekir,
bi te dilên nexweş şîfa dibînin, ya Resûlellah.
Tu hebîbê padîşahan î, tebîbê derd û axînan î,
şefaeta te ji gunehkar re sefa ye, ya Resûlellah.
Heyv û roj û heft stêr hemû bi hev re pesnê te didin,
gotina ji bilî gotina te xeta ye, ya Resûlellah.
Îblîs hesûdiya te dike – çi ehmeq e, hîleya wî vala ye!
Îdrîs ji ber ku ji te hez dike bilind e, ya Resûlellah.
Her tim nobeta te lêdixin, ev sunneta te ya pênc wextan qaîm e,
kî bê ser sifreya te vexwendî ye, ya Resûlellah.
Dirî herîr li xwe kirin, çol bûn ebîr,
derdê cefayên te wefa ye, ya Resûlellah.
Yûsufê Ken’anî bi dizî bi tiştekî pir hindik hat firotin;
dîtina te ji bo min bi bihayê hezar canî ye, ya Resûlellah.
Tirba mubarek li erdê ye, tijî nûr e û bi nûrê perwerde ye,
lê rûhê te li felekan eyan e, ya Resûlellah.
Li ser Dawud xelata te ye, li ser sifreya Xelîl nîmeta te ye,
di destê Mûsa de îbreta te esa ye, ya Resûlellah.
Meqamê te Kabe û Zemzem e, her tim qaîm û muhkem e,
Xizir her dem ji ummeta te re seqa ye, ya Resûlellah.
Şeyyad Hemze ji wî şahî dixwaze ku ji axînan xelas bibe;
medhkirina te ji Allah eta ye, ya Resûlellah.
Şeyyad Hemze
«Ez şehadetê didim ku tu bêguman Resûlûllah î!» Hezretê Umer (radiyellahû anhû)
Cennetul-Beqî
Goristana Cennetul-Beqî ya li Medîneya Munewwere ew goristan bû ku tirbeyên bi hezaran Eshabê Kîram (radiyellahû anhûm) lê bûn.
Ew tirbe û gorên xweşik ên li vir hemû dane xerakirin û mixabin ew der kirine zeviyek.
HÊDÎ HÊDÎ!
Gava Ezraîl bê ser serê te,
ling û mil dişikên, hêdî hêdî.
Mewlayê min dîn û îmanê bike nesîb,
ji çavên te lehî diherike, hêdî hêdî.
Dilê ku bilind difire rojekê diweste,
mêzîna pîvanê rojekê tê danîn.
Kirina her kesî rojekê tê pirsîn,
gelo ziman digere, ya Rebbî, hêdî hêdî.
Tu her tim li pey nefsa xwe çûyî, te tobe nekir,
her çi te dît te xwar, te şukir nekir.
Dawiyê tu hatî vê axa reş,
dest ji dinyayê tê kişandin, hêdî hêdî.
Li ser qebra te kevir diçikînin,
tu serê xwe datînî ser kulmek axê.
Bav kurê xwe nabîne, bira birayê xwe,
diçe, venagere rê, hêdî hêdî.
Ava kafûrî ya şîrgerm datînin,
wî bedenê nazdar bi temamî tazî dikin.
Cîran û derdor dibihîzin ku tu mirî,
dost û heval vedigerin, hêdî hêdî.
