Pêxemberê Min ê Delal

TEWESSULA BI MEZINÊ ME PÊXEMBER

Bi Mezinê me Pêxember her tim tewessul1 hatiye kirin: berî ku bê afirandin, piştî ku hat afirandin, di heyata Wî ya dinyayê de û piştî wefata Wî, di alema berzexê (qebrê) de; roja qiyametê piştî vejînê, li meydana Erasatê û li Cennetê jî wê bê kirin. Wesîle her ew tişt e ku Allah teala ew ji bo nêzîkbûna li ba Wî û ji bo bicihanîna hacetan kiriye sebeb. Tewessula bi Resûlê Ekrem, yanî kirina Mezinê me Resûlûllah wesîle li ba Allah teala û xwestina alîkarî û şefaeta Wî caiz e. Ev ji wan tiştan in ku Selefê Salihîn (sehabe, Tabiîn û Tebe-î Tabiîn), ulema û mislimanên din kirine. Ji mislimanan tu kesî ev xerab nedîtiye. Heta niha, ji bilî xwediyên îtîqada xerab, tu kes nehatiye dîtin ku van qebûl neke. Bavê mirovan Adem eleyhisselam gava hat daxistin rûyê erdê, Mezinê me Pêxember kiriye wesîle. Pêxemberê me yê delal ev yek di hedîseke xwe ya şerîf de wiha ferman kiriye: «Adem (eleyhisselam) gava ji ber zelleya xwe ji Cennetê hat derxistin, got: “Ya Rebbî! Ji bo hurmeta Muhemmed min efû bike.” Allah teala ferman kir: “Ya Adem! Te Muhemmed çawa nas kir? Min hîn Ew neafirandiye.” Adem (eleyhisselam) got: “Ya Rebbî! Gava Te ez afirandim û rûh da min, min çavên xwe vekirin û nêrî, min dît ku li kêleka Erşê «La îlahe îllallah, Muhemmedun Resûlûllah» nivîsî ye. Yê ku Te hez kiriye navê wî bi navê Te re be Ew e.” Allah teala ferman kir: “Te rast got, ey Adem! Yê ku Ez ji mexlûqatên xwe herî zêde jê hez dikim Ew e. Ji ber ku te ji bo hurmeta Wî efû xwest, Min tu efû kirî.”»2 Li gorî rîwayetekê jî ferman kir: «Ew pêxemberek e ku wê ji zuriyeta te bê. Eger Min Ew neafiranda, Min ne tu û ne jî ewladên te diafirandin. Ji ber ku te Ew kir şefaetkar, Min tu efû kirî, Min tu bexşandî.»3

Ji bo vê bi hezaran mîsal hene. Çend heb ji wan li jêr hatine nivîsîn: Kesekî ku herdu çavên wî kor bûn, ji Mezinê me Resûlûllah dua xwest, da ku çavên wî vebin. Resûlûllah sellellahû eleyhî we sellem jî ferman kir: «Eger tu bixwazî, ez dua dikim. Lê eger tu sebir bikî û xwe ragirî, ji bo te çêtir e.» Wî got: «Hêza min a sebrê nema. Lava ji te dikim ku tu dua bikî.» Ferman kir: «Madem wisa ye, destnimêjê bigire û vê duayê bixwîne!»

«Allahumme înnî es’eluke we eteweccehu îleyke bi-Nebiyyîke Muhemmedin Nebiyyîr-rehme, ya Muhemmed înnî eteweccehu bîke îla Rebbî fî hacetî hazihî, li-tuqda lî, Allahumme şeffi’hu fiyye.»

Îmamê Nesaî, ku ji alimên hedîsê ye, radigihîne ku gava wî kesî ev dua xwend, Allah teala qebûl kir û çavên wî vebûn. Derbarê wesîlekirina Mezinê me Resûlûllah de Hezretê Osman bin Henîf vê bûyerê vedibêje: «Dema Osman bin Effan xelîfe bû, kesekî ku tengasiyeke wî ya mezin hebû, ji ber ku şerm dikir derkeve pêşberî xelîfe, derdê xwe ji min re gotibû. Min jî got: Yekser destnimêjê bigire! Here Mescîda Seadetê! Duaya ku li jor hat ragihandin bike û daxwaza xwe bibêje. Ew zilamê reben piştî ku dua kiriye çûye cihê ku xelîfe lê bû û ew derxistine huzûra wî. Xelîfe ew li ser seccadeya xwe daye rûniştandin, guh daye derdê wî û qebûl kiriye. Zilamê reben gava dît ku karê wî ji nişkê ve çêbû, bi şahî hat ba min. Got: “Allah teala ji te razî be! Eger te ji xelîfe re negotaya, ez ê ji tengasiyê xelas nebûma.” Wî guman kir ku min bi xelîfe re hevdîtin kiriye.»

«(Ey Adem!) Ew pêxemberek e ku wê ji zuriyeta te bê. Eger Min Ew neafiranda, Min ne tu û ne jî ewladên te diafirandin. Ji ber ku te Ew kir şefaetkar, Min tu efû kirî, Min tu bexşandî» Hedîsa qudsî

Dema Hezretê Umer xelîfe bû, xela çêbû. Ji Eshabê Kîram Bilal bin Hers çû tirba Resûlûllah û got: «Ya Resûlellah! Ummeta te li ber e ku ji birçîna bimire. Lava ji te dikim ku tu bibî wesîle da ku baran bibare.» Mezinê me Resûlûllah wê şevê di xewna wî de xuya bû û ferman kir: «Here ba xelîfe! Silava min jê re bibêje! Bila derkeve duaya baranê!» Gava Hezretê Umer derket duaya baranê, baranê dest pê kir. Allah teala ji bo xatirê wan ên ku Ew ji wan hez dike duayan qebûl dike. Allah teala daye zanîn ku gelek ji Muhemmed eleyhisselam hez dike. Loma eger kesek bibêje «Allahumme înnî es’eluke bi-cahî Nebiyyîkel-Mustefa» û duayekê bike, duaya wî nayê redkirin. Digel vê jî, ji bo karên hûr û biçûk ên dinyayê kirina Resûlûllah wesîle li edebê nayê. Burhaneddîn Îbrahîmê Malikî wiha ferman kiriye: «Feqîrekî pir birçî çû ber Hucreya Seadetê û got: “Ya Resûlellah! Zikê min birçî ye.” Piştî bîskekê yek hat, feqîr bir mala xwe û zikê wî têr kir. Gava feqîr got ku duaya wî qebûl bûye, wî got: “Birayê min! Tu ji zar û zêçên xwe veqetiyayî û ji riyên dûr bi kişandina zehmetan ji bo ziyareta Resûlûllah hatiyî. Ma dibe ku mirov ji bo pariyek nan derkeve huzûra Resûlûllah? Diviyabû te li wê huzûra bilind Cennet û nîmetên bêdawî bixwesta! Tiştên ku li vir tên xwestin Allah teala red nake.” Yên ku digihîjin şerefa ziyareta Resûlûllah, divê dua bikin ku roja qiyametê şefaetê bike.» Îmam Ebûbekrê Muqrî rojekê bi Îmamê Teberanî û Ebû Şeyx re li Mescîda Seadetê rûniştibû. Ji ber ku ev çend roj bûn tiştek nexwaribûn, pir birçî bûbûn. Îmam Ebûbekr êdî nikaribû xwe ragire, got: «Ez birçî me, ya Resûlellah!» û xwe da quncikekî. Zatek ji seyîdan bi du xizmetkarên xwe re hat û got: «Birayên min! We ji ber birçîbûnê ji bapîrê min Resûlûllah alîkarî xwestiye. Ferman li min kir ku ez we têr bikim.» Tiştên ku anîbûn bi hev re xwarin. Ya mayî ji wan re hişt û çû. Ji alimên Îslamê Ebû Ebdullah bin Nu’manê Merrakûşiyê Tilimsanî (683 / 1284ê mîladî) di kitêba xwe ya biqîmet a bi navê «Misbahuz-Zulam» de bi sedan mislimanên ku Mezinê me Resûlûllah kirine wesîle û gihîştine miradê xwe, bi duayên wan ve, bi dirêjî dinivîse. Yek ji wan ên ku Resûlûllah kirine wesîle û gihîştine miradê xwe jî Muhemmed bin Munkedir e. Wiha vedibêje: «Zilamekî heştê zêr li ba bavê min hiştibûn û çûbû cîhadê. Gotibû: “Van biparêze! Tu dikarî alîkariya yê pir muhtac jî bikî.” Li Medîneyê xela çêbû. Bavê min hemû zêr li wan belav kirin ku ji birçîna bêhal bûbûn. Xwediyê zêran hat û ew xwestin. Bavê min got: “Piştî şevekê were.” Çû ber Hucreya Seadetê û heta sibehê lava ji Resûlûllah kir. Nîvê şevê zilamek hat û got: “Destê xwe dirêj bike!” Kîsikek zêr dayê û ji wir winda bû. Bavê min li malê zêr jimartin, gava dît ku heştê heb in, bi şahî yekser dan xwediyê wan.»

Hezretê Ebû Ebdullahê Tilimsanî di vê kitêba xwe de bûyereke ku hatiye serê wî jî wiha vedibêje:

«Di sala 637an (1239ê mîladî) de em bi cemaeteke bijarte re ji keleha Sederê derketin. Li ba me kesek hebû ku rêberiya me dikir. Piştî ku em demekê çûn, ava me qediya. Me dest bi lêgerîna avê kir. Di wê navê de ez jî ji bo hewcedariya xwe çûm. Hingê xeweke bêhed giran bi ser min de hat. Min got, çawa be gava biçin wê min hişyar bikin, û min serê xwe danî erdê.

Gava ez hişyar bûm, min xwe di nîvê çolê de bi tena serê xwe dît. Hevalên min ez ji bîr kiribûm û çûbûn. Ji tenêtiyê tirseke mezin ket dilê min. Min li çolê dest bi meşê kir, bi vî alî û bi wî alî de. Min nizanibû ez li ku me û ez ê bi ku ve herim. Her der qûmeke rast û dûz bû. Piştî bîskekê dinya tarî bû. Şopa wê qefleyê jî tunebû ku em pê re bi rê ve diçûn. Ez di tariya şevê de bi tena serê xwe bûm. Tirsa min hîn dijwartir bû. Bi telaş min dest bi meşeke hîn bileztir kir. Piştî ku ez demekê çûm, gelek tî, westiyayî û bêhal ketim erdê. Êdî min hêviya xwe ji jiyanê birîbû, min hîs dikir ku mirina min nêzîk bûye. Ez di nav êşeke bêtarîf de bûm, ezab û elema min gihîştibû radeya dawî. Ji nişkê ve hat bîra min. Di tariya şevê de min hemû hêza xwe da hev û bi samîmiyet, bi îxlas cara dawî naliyam: “Ya Resûlellah! Hawar! Ez ji te dixwazim ku tu bi destûra Allah teala alîkariya min bikî!” Hema ku min gotina xwe qedand, min bihîst ku yek bang li min dike. Gava min li aliyê ku deng jê dihat nêrî, min dît ku di tariya şevê de kesek gazî min dike: ronahî li dora xwe direşand, cilên spî yên qerqaş li xwe kiribûn û min heta wê gavê qet ew nedîtibû. Nêzîkî min bû û bi destê min girt. Di wê gavê de hemû westan û tîbûna min winda bû. Ez bûm mîna ku ji nû ve hatibim dinyayê. Ji nişkê ve ew gelek bi dilê min bû. Em dest di dest de demekê meşiyan. Min hîs kir ku ez yek ji kêliyên herî şîrîn ên jiyana xwe dijîm. Gava em di girikekî qûmê re derbas bûn, min ronahiyên wê qefleyê dîtin ku ez pê re bi rê ve diçûm û dengê hevalên xwe bihîst. Em ber bi wan ve nêzîk bûn. Heywanê ku ez lê siwar dibûm li dawiyê li pey wan dihat. Ji nişkê ve hat û li ber min sekinî. Gava min heywanê xwe li ber xwe dît, ji şahiyan min kir qîrîn. Gava min qîr kir, ew zatê ku bi min re hatibû destê xwe ji destê min kişand. Paşê bi destê min girt û ez li heywanê min siwar kirim. Dû re ferman kir: “Em kesê ku tiştekî ji me dixwaze û kesê ku alîkariyê dixwaze destvala venagerînin”, vegeriya û çû. Hingê min fêm kir ku Ew Mezinê me Resûlûllah e. Gava Ew vedigeriya û diçû, dihat dîtin ku nûrên li dora xwe belav dikir di tariya şevê de ber bi ezmên ve bilind dibin. Gava Ew ji ber çavê min winda bû, ji nişkê ve aqilê min hat serê min. Ez perpitîm û min got: “Çawa bû ku min dest û lingê Mezinê me Resûlûllah maç nekir!”, lê kar ji kar derbas bûbû, firsend ji dest çûbû.» Ebul-Xeyrê Eqte’ li Medîneyê pênc rojan birçî mabû. Hat ber Hucreya Seadetê û silav da Resûlûllah. Got ku birçî ye. Xwe da aliyekî û raza. Di xewnê de dît ku Resûlûllah tê. Li milê Wî yê rastê Ebûbekrê Siddîq, li milê çepê Umerê Farûq û li pêşiya Wî Eliyê Murteza hebû.

Hezretê Elî hat û got: «Ya Ebel-Xeyr! Rabe, tu çima razayî? Resûlûllah tê.» Yekser rabû. Resûlûllah hat û nanekî mezin dayê. Ebul-Xeyr dibêje: «Ji ber ku ez pir birçî bûm, min yekser dest bi xwarinê kir. Gava nîvê wî qediya ez hişyar bûm. Min nîvê mayî di destê xwe de dît.»

«Kesê ku ji tiştekî zirarê bibîne, bila destnimêjeke bêkêmasî bigire û du rikat nimêj bike! Paşê bila bibêje: “Ya Rebbî! Ez ji Te dixwazim. Ez Pêxemberê Te Muhemmed eleyhisselam, ku ji aleman re rehmet e, dikim wesîle û lava ji Te dikim. Ya Muhemmed! Ji bo ku daxwaza min qebûl bike, ez te li ba Rebbê xwe dikim wesîle. Ya Rebbî! Wî ji min re bike şefaetkar!”» Hedîsa şerîf

Dîsa di «Misbahuz-Zulam» de tê vegotin: Ehmed bin Muhemmedê Sofî dibêje: «Li çolên Hîcazê tiştekî min nema. Ez hatim Medîneyê. Li ba Hucreya Seadetê min silav da Resûlûllah. Ez li aliyekî rûniştim û razam. Mezinê me Resûlûllah xuya bû û ferman kir: (Ehmed, tu hatî? Kefa destê xwe veke!) Kefa destê min bi zêr tijî kir. Ez hişyar bûm. Destên min tijî zêr bûn.» Îmamê Semhûdî jî di kitêba xwe ya bi navê «Tarîxa Medîneyê» de bûyereke ku hatiye serê wî wiha vedibêje: «Mifteya deriyê min ji min ket. Min nedît. Ez hatim ber Hucreya Seadetê û min got: “Ya Resûlellah! Mifteya min ji min ketiye. Ez nikarim herim mala xwe.” Di wê navê de zarokek hat. Mifteya di destê xwe de nîşan da û got: “Min ev dît. Gelo ya te ye?”»

Mustefa Işqî Efendiyê Kilîsî di kitêba xwe ya tarîxê «Mewaridê Mecîdiyye» de dibêje: «Ez bîst salan li Mekkeyê mam. Di sala 1247an [1831ê mîladî] de min şêst zêr dan ser hev û em bi zar û zêç hatin Medîneyê. Pere di rê de qediyan. Ez li ba nasekî xwe bûm mêvan û hatim ber Hucreya Seadetê. Min ji Resûlûllah alîkarî xwest. Piştî sê rojan begek hat wê mala ku ez lê bûm û got ku ji bo min malek kirê kiriye. Tiştên min da kişandin wir. Kirêya salekê da. Piştî çend mehan ez mehekê nexweş ketim. Li malê ne xwarin ma, ne jî tiştekî ku bê firotin. Bi alîkariya hevsera xwe ez derketim ser ban, min xwest li hember tirba Resûlûllah tengasiya xwe bibêjim û alîkariyê bixwazim. Gava min destên xwe rakirin, min ji xwestina malê dinyayê şerm kir. Ez nikaribûm tiştekî bibêjim. Ez daketim odeya xwe. Roja din yek hat û got: “Filan Efendî ev zêr ji te re diyarî şandine.” Min kîsik girt. Debara me baş bû, lê ez ji nexweşiyê xelas nebûm. Bi alîkariyê ez hatim ber Hucreya Seadetê û min ji Resûlûllah şîfa xwest. Ez ji mizgeftê derketim û bêyî ku ji kesî alîkariyê bixwazim meşiyam mala xwe. Gava ez diketim malê, ji nexweşiya min tiştek nemabû. Ji bo ku nezer li min nebe, ez çend rojan bi gopal derketim kuçeyê. Lê pere qediyabû. Min zar û zêç di tariyê de hiştin û hatim Mescîda Nebewî. Piştî nimêja eşayê min tengasiya xwe ji Resûlûllah re got. Di rê de kesekî ku min nas nedikir hat ba min û kîsikek da destê min. Tê de çil û neh zêr hebûn, ku her yek neh qurûş bû. Min mûm û tiştên pêwîst kirîn û hatim malê.»

Di cilda duyem a tercumeya kitêba «Şeqaiqê Nu’maniyye» de dibêje ku Mewlana Şemseddîn Muhemmed bin Hemzeyê Fenarî, alimê mezin ê Îslamê, ku Şeyxul-Îslamê pêşî yê dewleta Osmanî û muceddidê zemanê xwe bû, perde hat ber çavên wî. Êdî nedidît. Şevekê gava Mezinê me Resûlûllah ferman kir: «Sûreyê Ta-Ha tefsîr bike!», wî gotiye: «Di huzûra te ya bilind de hêza min a tefsîrkirina Qur’ana Kerîm tune ye, çavên min jî nabînin.» Mezinê me Resûlûllah, ku tebîbê pêxemberan e, ji xirqeya xwe ya mubarek parçeyek pembû derxistiye, bi tifa xwe ya mubarek şil kiriye û daniye ser çavên wî. Mela Fenarî hişyar bûye, pembû li ser çavên xwe dîtiye, rakiriye û dest bi dîtinê kiriye. Hemd û şukrê Allah teala kiriye. Tayên pembû veşartine û wesiyet kiriye ku gava bimire deynin ser çavên wî. Gava di sala 834an [1431ê mîladî] de li Bursayê wefat kir, wesiyeta wî bi cih anîn.

Ji xelîfeyên ebbasî Ebû Ce’fer Mensûr di nav Mescîda Nebewî de bi Îmamê Malik re dipeyivî. Îmam jê re got: «Ey Mensûr! Ev der Mescîda Seadetê ye! Bi dengekî nizm bipeyive! Heq teala di Sûreyê Hucurat de bi mealî ferman kiriye: “Dengê xwe ji dengê Resûlûllah bilindtir nekin!”4 û bi vê yekê lome li cemaetekê kiriye. Bi ayeta kerîme ya “Yên ku li ba Resûlûllah bi dengekî nizm dipeyivin…”5 jî pesnê wan daye ku nizm dipeyivin. Hurmeta ji Resûlûllah re piştî wefata Wî, mîna hurmeta di saxiya Wî de ye.» Mensûr stûyê xwe xwar kir û pirsî: «Ya Eba Ebdullah! Divê mirov li hember qibleyê raweste, an li hember Qebra Seadetê?» Hezretê Îmamê Malik wiha ferman kir: «Rûyê xwe ji Resûlûllah venegerîne! Ew Pêxemberê bilind sellellahû teala eleyhî we sellem, ku şefaetkarê roja qiyametê ye, roja qiyametê wê bibe wesîle ji bo xelasbûna te û ya bavê te Adem eleyhisselam. Divê tu berê xwe bidî Qebra Seadetê, xwe bi rûhê mubarek ê Resûlûllah bigirî û şefaetê bixwazî! Di ayeta kerîme ya 64an a Sûreyê Nîsa de bi mealî wiha hatiye fermankirin:

“Eger yên ku zilm li nefsên xwe kirine (yên ku neheqî li xwe kirine) bên ba te û ji Allah teala efûbûnê bixwazin, Resûlê Min jî ji bo wan efûyê bixwaze, ew ê Allah teala qebûlkarê tobeyan û xwediyê merhemetê bibînin.” Ev ayeta kerîme soz dide ku tobeya yên ku Resûlûllah dikin wesîle wê bê qebûlkirin.» Li ser vê yekê Mensûr ji cihê xwe rabû, li ber Hucreya Seadetê rawesta û dest bi lavayê kir: «Ya Rebbî! Te di vê ayeta kerîme de soz daye ku Tu yê tobeya yên ku Resûlê Te dikin wesîle qebûl bikî. Ez jî hatime huzûra bilind a pêxemberê Te yê bilind û ji Te efûyê dixwazim. Mîna wan evdên Te yên ku di saxiya Wî de efû xwestin û Te ew efû kirin, min jî efû bike! Ya Rebbî! Ez Pêxemberê Te yê bilind, ku Nebiyyur-Rehme ye, dikim wesîle û lava ji Te dikim. Ey Muhemmed eleyhisselam, yê herî bilind ê pêxemberan! Min bi te tewessul kir û lava ji Rebbê xwe kir. Ya Rebbî! Wî Pêxemberê bilind ji min re bike şefaetkar!» Pişta wî li qibleyê, rûyê wî li pencereya Muwaceheya Seadetê, li ser piyan rawesta û dua kir. Minbera Nebewî li aliyê çepê mabû. Şîreta ku Îmamê Malik li Xelîfe Mensûr kir nîşan dide ku yên li ber Hucreya Seadetê dua dikin, lazim e gelek hişyar bin. Hatiye fermankirin ku ne rast e yên ku nikaribin edeb û hurmeta layiqî wî meqamî nîşan bidin, li Medîneya Munewwere pir bimînin. Yek ji gundiyên Anatolyayê bi salan li Medîneya Munewwere mabû, zewicîbû û li Hucreya Seadetê ketibû xizmeteke diyar. Rojekê bi nexweşiyeke bi ta ket û dilê wî çû dew. Di dilê xwe re derbas kir: «Eger ez li gundê xwe bûma, min ê ji mast dew bida çêkirin û vexwara.» Wê şevê Resûlûllah di xewnê de ji Şeyxul-Herem Efendî re xuya bû û ferman kir ku karê wî kesî bidin yekî din. Gava Şeyxul-Herem got: «Ya Resûlellah! Wê xizmetê ji ummeta te filan kes dike», ferman kir: «Ji wî kesî re bêje! Bila here gundê xwe û dew vexwe!..» Roja din gava ev emir jê re hat gotin, gundî got «Ser çavan» û çû welatê xwe.

«Eger yên ku zilm li nefsên xwe kirine bên ba te û ji Allah teala efûyê bixwazin, Resûlê Min jî ji bo wan efûyê bixwaze, ew ê Allah teala qebûlkarê tobeyan û xwediyê merhemetê bibînin» Nîsa: 64

Gava fikreke ku tenê di dil re derbas bûye ewqas zirarê dide, divê mirov ji vir fêm bike ku, Allah biparêze, gotineke nelirê, bi henekî be jî, an tevgereke ku li edebê nayê wê zirareke çiqas mezin bide.

Tu di dilê muminê ku ji te hez dike de îmana wî yî,
xema wî qet nabe, tu dermanê derdê wî yî,
li benda şefaeta te ye, tu fermana dilê wî yî,
yê ku li hêviya mededê ye helbet digihîje, ya Resûlellah.

Girîngî û fezîleta anîna selewata şerîf li Mezinê me Resûlûllah

Gava navê Mezinê me Pêxember tê gotin, bihîstin û nivîsîn, xwendina selewata şerîf li Wî, ku nîşana rêz û hurmetê ye, ji wezîfeyên me yên herî girîng e. Allah teala di Qur’ana Kerîm de, di ayeta kerîme ya 56an a Sûreyê Ehzab de bi mealî wiha ferman dike:

«Bi rastî Allah teala û melaîketên Wî selatê li Pêxember dikin (ji bo bilindkirina şeref û şana Wî). Gelî yên ku we îman aniye! Hûn jî selat û selamê li Wî bikin û ji dil teslîmî Wî bibin.»

Alimên tefsîrê dane zanîn ku peyva «selat» a ku di vê ayeta kerîme de derbas dibe ji Allah teala bi maneya rehmetê, ji melaîketan bi maneya îstîxfarê û ji muminan bi maneya duayê ye. Hemû alimên Îslamê bi yekdengî ragihandine ku di temenê xwe de carekê anîna selewatê ferz e. Her cara ku mirov dibêje, dibihîze, dixwîne, dinivîse, carekê anîna wê wacib e; gava tên dubarekirin mustehab e.

Kesê ku tiştekî ji Allah teala dixwaze, divê pêşî hemd û senaya Allah teala bike, paşê selatê li Mezinê me Resûlûllah bixwîne. Duayeke wiha gelek layiqî qebûlê ye. Duaya ku bi du selatan (yek di serî de, yek di dawiyê de) tê kirin nayê vegerandin. Hezretê Ebû Talhe vedibêje: «Ez ketibûm huzûra Resûlûllah. Min di Wî de şabûn û razîbûneke wisa dît ku min berê qet nedîtibû. Gava min sebebê wê pirsî, ferman kir: “Ez çawa şa nebim? Hema berî niha Cebraîl (eleyhisselam) mizgînî anî. Got ku Allah teala wiha ferman kiriye: «Gava yek ji ummeta min selewatekê li te bîne, Allah teala li hember wê deh selewatan li wî dike.»”»6

Hin ji hedîsên şerîf ên di vê meseleyê de ev in:

«Pozê wî kesî bi erdê ve bê kişandin ku navê min li ba wî tê gotin û selat û selamê li min nayne. Pozê wî kesî jî bi erdê ve bê kişandin ku meha Remezanê tê û berî ku gunehên xwe bide efûkirin meha Remezanê derdikeve û diçe. Pozê wî kesî jî bi erdê ve bê kişandin ku digihîje pîrbûna dê û bavê xwe û bi qezenckirina rizaya wan nakeve Cennetê.»

«Kesê ku navê min li ba wî tê zikirkirin û selat û selamê li min nayne, yê herî çikûs ê çikûsan e.» Hezretê Ebû Humeydê Saidî radigihîne: «Hinek ji Sehabeyên Kîram ji Mezinê me Resûlûllah pirsî û got: “Ya Resûlellah! Em çawa selat û selamê li te bînin?” Mezinê me Resûlûllah ferman kir: “Bibêjin: Allahumme sellî ela Muhemmedin we ezwacihî we zurriyyetihî kema selleyte ela Îbrahîme we barik ela Muhemmedin we ezwacihî we zurriyyetihî kema barekte ela Îbrahîme înneke Hemîdun Mecîd.”»7

Hin selewatên şerîf ev in:

«Eleyhisselam».

«Sellellahû eleyhî we sellem».

«Eleyhisselatû wesselamû wettehiyye».

«Allahumme sellî ela seyyîdîna Muhemmed».

«Allahumme sellî ela Muhemmedin we ela alihî we sehbihî ecmeîn».

«Eleyhî we ela cemîîhî mines-selewatî etemmuha we minet-tehiyyatî eymenuha».

«Allahumme sellî ela Muhemmedin we ela alî Muhemmed, kema selleyte ela Îbrahîme we ela alî Îbrahîm…»

Kesekî wiha vegot: Yek ji hevalên min di nameyeke ku şandibû de li her cihê ku navê mubarek ê Resûlûllah derbas dibû nivîsîbû: «sellellahû eleyhî we sellem teslîmen kesîren kesîra». Gava min dît û sebebê wê pirsî, got: «Di xortaniya xwe de min kitêbên hedîsê dinivîsîn. Her ku min navê mubarek ê Resûlûllah dinivîsî, min selewat nedinivîsî. Di xewnê de min Mezinê Aleman dît û çûm ba Wî. Rûyê xwe yê mubarek ji min zivirand. Ez derbasî aliyê Wî yê din bûm, dîsa zivirand. Ez çûm pêşberî Wî û min erz kir: “Ya Resûlellah! Tu çima rûyê xwe ji min dizivirînî?” Ferman kir: “Çimkî gava te di kitêba xwe de navê min dinivîsî, te selat li min nedianî.” Ji wê demê ve ez navê Wî yê şerîf her tim bi selatê re dinivîsim.»

Di hedîsên şerîf de wiha hatiye:

«Kî carekê selatê li min bîne, Allah teala deh caran selatê (rehmetê) li wî dike, deh gunehên wî dibexşîne û dereceya wî deh qat bilind dike.»

«Roja qiyametê yê herî nêzîkî min, yê herî layiqî şefaeta min ew kes e ku herî zêde selat û selamê li min tîne.» Heq teala ji Hezretê Mûsa re ferman kir: «Ey Mûsa, ma tu dixwazî ku Ez ji gotina te bêtir nêzîkî zimanê te, ji fikra te bêtir nêzîkî dilê te, ji rûhê te bêtir nêzîkî bedena te, ji nûra çavê te bêtir nêzîkî çavê te bim?» Got: «Belê, ya Rebbî.» Ferman kir: «Naxwe gelek selewatan li Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem) bîne.» Ferman kir: «Ey Mûsa, ma tu dixwazî ku roja qiyametê tîbûnê nekişînî?» Got: «Belê, ya Rebbî.» Ferman kir: «Naxwe gelek selewatan li Muhemmed (sellellahû eleyhî we sellem) bîne.»8

Mezinê me Pêxember ferman kiriye:

«Di qiyametê de li her meqamî yê herî nêzîkî min ji we ew e ku li dinyayê gelek selewatan li min dixwîne. Kî roj û şeva înê sed selewatan li min bixwîne, Allah teala sed hewcedariyên wî pêk tîne. Heftê jê karên axretê, sî jê karên dinyayê ne. Paşê Allah teala bi melaîketekî van selatan dide anîn qebra min. Mîna diyariyeke ku ji we re tê ne. Ew melaîket nav, neseb û qebîleya yê ku şandiye ji min re radigihîne. Wî derbasî rûpeleke spî ya li ba min dike. Zanîna min a piştî mirinê mîna zanîna min a di heyatê de ye.»9

«Kî carekê selatê li min bîne, Allah teala deh caran selatê (rehmetê) li wî dike, deh gunehên wî dibexşîne û dereceya wî deh qat bilind dike» Hedîsa şerîf

«Gava roja pêncşemê tê, Allah teala melaîketan dişîne ku defterên zîvîn û qelemên zêrîn bi wan re ne. Ew wan dinivîsin ku roja pêncşemê û şeva înê gelek selatan li Pêxember tînin.» «Eger du misliman rastî hev bên, musafeha bikin û selewatê li Pêxember bînin, berî ku ji hev veqetin gunehên wan ên berê û yên paşê tên mexfîretkirin.» «Gava yek ji we dikeve mizgeftê, bila silavê li Pêxember bike û bibêje: “Ya Rebbî, min ji şeytan biparêze!”»10

Di rîwayetekê de: «Gava ji mizgeftê derdikeve, bila bixwîne: “Allahumme înnî es’eluke min fedlîk.”»

Eger di serê duayê de sena (hemd) ji Allah teala re û selewat li Resûlûllah tunebe, dua li pişt perdeyê dimîne. Duaya ku di serê wê de hemd û selewat hebe tê qebûlkirin. Heta ku selewat li Resûlûllah û Alê Wî neyê xwendin, di navbera dua û asîman de perde heye. Gava selewat tê xwendin ev perde diçire û dua derdikeve asîman. Gava nayê xwendin, dua vedigere.

Eger di meclisekê de Allah teala neyê bibîranîn û selat li Resûlûllah neyê anîn, li ser yên li wir qamçiyek heye; eger bixwaze ezabê dide wan, eger bixwaze dibexşîne.

«Yê ku guhê wî dike zingezing, bila min bîne bîra xwe û selatê li min bixwîne.»

«Yê ku niyeta karekî dike, bila di wê meseleyê de bişêwire. Allah teala di karê wî de ruşdê îhsanî wî dike. Eger kesek bixwaze gotinekê bibêje û ji bîr bike, bila selatê li min bixwîne. Çimkî di selata wî ya li min de ji bo gotina wî xelef heye. Tê hêvîkirin ku wê bîne bîra xwe.»11

«Karekî bixêr ku bi navê Allah û bi selata li min dest pê neke, di wî karî de xêr tune ye û hemû bereketa wî hatiye rakirin.»12 Ji mezinên Îslamê, gava Ebû Hefsê Kaxidî wefat kir, yekî ew di xewna xwe de dît û got: «Allah teala çi muamele bi te kir?» Got: «Rehm li min kir, ez mexfîret kirim û xistim Cennetê.» Pirsî: «Bi çi sebebê?» Wiha bersiv da: «Ez di nav melaîketan de dam sekinandin. Gunehên min û selewatên min ên li Resûlûllah hesab kirin. Selewatên min pirtir dîtin. Allah teala ji wan re ferman kir: “Ey melaîketên Min, karê we temam e. Hesabekî din nepirsin. Wî bibin Cenneta Min.”»

Yek ji selefan vedibêje: «Hevalekî min, ku me bi hev re hedîs hîn dikir, wefat kir. Min ew di xewnê de dît, hulleyên kesk li xwe kiribûn. Gava min sebebê wê pirsî, got: “Min li ba navê Resûlûllah ê ku di her hedîsê de didît, «sellellahû eleyhî we sellem» dinivîsî. Heq teala xelata wê bi vê da min.”»

Dîsa yek ji selefan vedibêje: «Cîranekî min ê katib wefat kir. Min ew di xewnê de dît. Min got: “Allah teala çi muamele bi te kir?” Got: “Ez bexşandim.” Min got: “Bi çi sebebê?” Got: “Ji ber ku her cara min navê Resûlûllah dinivîsî, min gotina «sellellahû eleyhî we sellem» jî pê re dinivîsî.”» Ebû Suleymanê Daranî vedibêje: «Gava min hedîs dinivîsî, her ku min navê Wî yê bişeref dinivîsî, min “sellellahû eleyh” dinivîsî û gotina “we sellem” nedinivîsî. Min Ew di xewnê de dît. Ji min re ferman kir: “Ya Eba Suleyman, gava tu di hedîsê de navê min dinivîsî, bi selatê re «we sellem» jî binivîse. Ew çar herf e. Ji bo her herfekê deh sewab hene. Eger tu nenivîsî, tu dev ji çil sewaban berdidî.”»

Adeta yekî din jî ev bû. Resûlûllah di xewna wî de jê re ferman kir: «Çi bi te hatiye ku tu selatê ji min re temam nanivîsî?»

Ebûbekrê Siddîq wiha ferman kiriye: «Yê ku ji jibîrkirinê ditirse, bila gelek selewatan li Resûlûllah bixwîne.»

Ji mezinên salihan Muhemmed bin Seîd bin Mutarrif vedibêje: «Her şev gava ez ê razama, min bi miqdarekî diyar selat dixwend. Şevekê di xewnê de Resûlûllah hat. Ket hundir. Hundirê odeya min bi nûrê tijî bû. Paşê ber bi min ve hat û ferman kir: “Ka wî devê xwe yê ku gelek selewatan li min dixwîne bîne, ez maç bikim.” Min şerm kir ku devê xwe bidimê û min aliyekî rûyê xwe dirêjî Wî kir. Bi devê xwe yê mubarek maç kir. Ez bi şahî hişyar bûm. Min dît ku hundirê odeya min bi bêhna miskê tijî bûye. Heşt rojan ew bêhna xweş ji rûyê min neçû.» Ji mezinên selefan, gava Xellad bin Kesîr wefat kir, di bin serê wî de kaxezek dîtin ku li ser nivîsî bû: «Ev berata xelasbûna Xellad bin Kesîr a ji Cehennemê ye.» Ji xizmên wî pirsî ka emelê wî çi bû. Gotin: «Her roja înê selewat dianî.» Di kitêba Zeynul-Mecalis a Şêx Eynî de nivîsiye: Resûlûllah (sellellahû eleyhî we sellem) ferman kir: «Roja qiyametê sê kom mirov wê di bin Erşê de bin, ku ji siya wî pê ve tu sî tune ye.» Gotin: «Ew kî ne?» Ferman kir: «Yê ku ummeta min ji tengasiyê xelas dike, yê ku sunneta min îhya dike û yê ku gelek selewatan li min tîne.»

Şêx Ebû Mûsayê Derîrî vedibêje: «Li deryayê em ketin ber bahozê. Her kes ji tirsa mirinê digiriya. Di wî halî de xew bi ser min de hat. Min di xewna xwe de Resûlê Ekrem dît. Ferman kir: “Ji yên di keştiyê de re bibêje, bila hezar caran bixwînin: «Allahumme sellî ela seyyîdîna Muhemmedin we ela alî seyyîdîna Muhemmedin selaten tuncîna biha min cemîîl-ehwalî wel-afat we teqdî lena biha cemîel-hacat we tutehhiruna biha min cemîîs-seyyiat we terfeuna biha îndeke e’led-derecat we tubellixuna biha eqsel-xayat min cemîîl-xeyratî fil-heyatî we be’del-memat.»” Hîn me sê sed carî xwendibû ku bahoz sekinî û em xelas bûn.» Hatiye şîretkirin ku ev selat di her karekî girîng de, di her bela, afat û erdhejê de bê xwendin.

Şev û roj li ser zimanê min selat û selam e, li wî rûhê te yê mubarek, ey Fexrul-Enam!

Di kitêbên muteber de li ser ku selat çawa ye ji çilî zêdetir hedîs hene.

Yek ji wan jî ev e:

«Yê ku guhê wî dike zingezing, bila min bîne bîra xwe û selatê li min bixwîne» Hedîsa şerîf

Allahumme sellî ela Muhemmedin we ela alî Muhemmed, kema selleyte ela Îbrahîme we ela alî Îbrahîm we barik ela Muhemmedin we ela alî Muhemmed, kema barekte ela Îbrahîme we ela alî Îbrahîm, înneke Hemîdun Mecîd.

Allahumme sellî we sellim we barik werhem ela seyyîdîna Muhemmedin huwe seyyîdul-Erebî wel-Ecem.

We îmamî Mekketîl-mukerremetî wel-Medînetîl-munewweretî wel-herem. Ellemel-însane ma lem ye’lem.

Esluhû nûrun we nesluhû Adem.

Be’suhû muexxerun we xelquhû muqeddem.

Îsmuhuş-şerîfu mektûbun elel-Lewhîl-mehfûzî bi-yaqûtîl-qelem.

We cismuhuş-şerîfu medfûnun fil-Medînetîl-munewweretî wel-herem.

Ya leyte ektehîlut-turabellezî tehtel-qedem.

Fe-tûba summe tûba li-men dea we tebîehû we li-men esleme sahîbeş-şefaetî lil-alemîn.

Qaîlen ya Rebbî! Sellim ummetî, ummetî, wa ummeta ya zel-lutfî wel-kerem.

Fe-yunadîl-munadî min qibelîr-Rehman, qebiltu şefaeteke ya Nebiyyel-muhterem.

Udxulul-Cennete la xewfun eleykum we la huznun we la elem.

Summe radiyellahû teala en Ebî Bekrin we Umere we Usmane we Eliyyin zîl-kerem.

We sellellahû ela seyyîdîna Muhemmedin wel-hemdu leke ya Rebbel-alemîn.

Bi-hurmetî Seyyîdîl-murselîn.

Gava bayê sibehê li porê Wî diket,
hewa bi misk û enberê tijî dibû.
Ji şewqa diranên Wî yên wek mirariyan bi şev
derziyek biketa dihat dîtin, ey xoce.
Bi nûra sînga Wî di şevên tarî de xort û kal di rê de dimeşiyan.
Gava wî mehbûbê Heq
bi tiliya xwe îşaretî heyvê kir, bû du şeq.
Gava xwêdan dida, her dilopa xwêdana Wî dibû gulek,
ji xwêdana Wî bi kêfxweşî gul diçinîn.
Wî şahê cîhanê darxurmeyek jî çand,
di saeta ku çand de yekser fêkî da.
Mucîzeyên Wî heta heşrê bê rawestan bên gotin jî,
çiqas heşr çêbibin jî dawî li vê nayê.
Eger hûn dixwazin ji agir necatê bibînin,
bi eşq, bi derd selatê bînin.
Esselatû wesselamû eleyke, ya Resûlellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Hebîbellah!
Esselatû wesselamû eleyke, ya Nûre Erşîllah!